Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan 2019-05-21 13:31:08   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan ê 20 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye; Rezan Sarica, Îbrahim Bilmez, Raziye Turgut û Serbay Koklu, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan piştî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtin kirin, 810 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster li tarîmê ye" “OHAL” "Astengiyên der barê girtî yênk zagona hêjmar 5275'an de" serlêdanên parêzeran red kir. Parêzer piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de hevdîtin kirin. Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Lê piştî 2'ê Gulanê dîsa serlêdanên parêzeran bê bersîv dimînin. Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê di 17'ê Nîsanê de biryara qedexeya li ser parêzeran rakir. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî di 16'ê Gulanê de daxuyanî dabû û gotibû “Biryara astengkirinê li ser parêzeran hatiye rakirin."