Li Xalfetiyê îdiaya îmzekirina bi zorê 2019-05-21 13:29:22   RIHA - Bi zorê îfadeyan bi dehan kesên ku piştî şer û pevçûna li Xalfetiyê hatibûn binçavkirin û îskencekirin, didine îmzekirin.    Di 18'ê Gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê qomserê polisên tevgera taybet û 2 kesên ku tê angaştkirin HPG'î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polis jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê bi serdegirtina malan de gelek kes hat binçavkirin. Îfadeyên 11 kesên di bin çavan de hatin girtin. Girtekên ku polisan bi îskenceyê amade kiriye bi zorê kesên di bin çavan de dane îmzekirin.     Mehmet Alakûş ku ji ferdên malbata Alakûş e di îfadeya xwe de diyar dike apê wî û hemû gundî piştgiriya rêxistinê dikin. Mehmet  di hevdîtina xwe ya parêzeran re dibêje ku rastî îskenceyeke giran hatiye û bi zarok û hevjîna wî gef li wî xwarine. Mehmet  ku ji ber îskenceya lê hatî kirin bi zorê diaxive destnîşan dike ku ji ber îskenceya lê hatiye kirin gelek tirsiyaye û ji ber vê yekê gotiye îskence lê nehatiye kirin.    Parêzerên ku gelek muwekîlê wan di bin çavan de ne bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê tenê dikarin bi muwekîlekî xwe re hevdîtin bikin. Baroya Rihayê bertek nîşanî vê pêkanînê da û diyar kir ku ev pêkanînek  derveyî qanûnan e û keyfî ye û xwest ku ev pêkanîn bi dawî bibe.    Serokê Baroya Amedê Abdullah Oncen ku bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin pêk anî daxwaz kir ku sînordarkirina muwekîla ya ji bo parêzeran rabe, hevdîtina bi muwekîlan re bi polisan re neyê kirin, îskence û memeleya xerab a li dijî kesên di bin çavan de bê rawestandin û kesên hatin binavçkirin di bin kontrola tipa edlî û hemû cûreyên kontrola tenduristiyê re bên darbaskirin. Serdozgeriyê angaştên îskenceyê derewand û ragihand ku dê bi mijarê re mijûl bibe.     Hat hînbûn ku kesên rastî îskenceyê hatine nebirine nexweşxaneyê kontrolê wan ê tenduristiyê nehatine kirin. Parêzerên ku bi muwekîlên xwe re axivîn diyar kirin ku muwekîlên wan ji ber îskenceya li wan hatiye kirin ketine rewşeke ku nayên naskirin. Parêzeran ragihand ku li gel ku bi her awayî diyar e ku muwekîlê wan hatin îskencekirin jî polis wan nabin nexweşxaneyê di kontrolê tenduristiyê re derbas nakin. Parêzeran gotku daxwaz kirin ku muwekîlê wan bibin nexweşxaneyê û di kontrolên tenduristiyê re bên derbaskirin.     Hat hînbûn ku piştî bihîstina raya giştî, îskence hê jî bi dawî nebûye, tenê hinek kêm bûye. Ji parêzeran re nehat ragihandin ku çend kes di bin çavan de ne. Tê zanîn ku binçavkirin hê jî didomin û li şaxa TEM'ê bi dehan kes di bin çavan de di îskenceyê de ne. Parêzeran xwest ku ji bo bidawîkirina îskcenyê hestiyara raya giştî hinek din jî zêde bibe û diyar kir ku îskence sûcê mirovahiyê û her kesên ku vî sûcî dikin dê zû û dereng bên darizandin.    Dema binçavkirinê ya hemû kesan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Welatiyên ku dema binçavkirina wan hat dirêjkirin anîn Edliyeya Rihayê. Welatiyên anîn edliyeyê di meşê de zehmetî dikişandin û pêlavên hinekan ji wan jî tunebûn. Hin welatî jî nivî tezî bûn. Dest, rû û çavê hemûyan ji ber îskenceya li wan hatibû kirin reş û mor bûbû û di nav xwînê de bû. Welatiyên ku destê wan bi paşve kelepçekirî anîn edliyeyê, li ser pêya dan sekinandin û rûyê wan dan dûwar.    Li aliyê din taxa ku şer û pevçûn lê pêk hat, ketin û têketin bi awayekî kontrolî pêk tê. Kes nêzî mala ku şer û pevçûn lê pêk hat nayê kirin. Kesên ku dema ji taxa şer û pevçûn li pêk hat derdikevin, di lêgerîneke kûr de tên derbaskirin. Her wiha telefonê welatiyan jî tên kotrolkirin. piştî van kontrolandestûr tê dayîn ku welatî ji taxa xwe derkevin.