Jin li Wanê li dijî tecrîdê meşiyan 2019-05-21 09:59:35   WAN - Jinên ku li ser sifreya rojê li Tuşbayê hatin gel hevdu piştre ji bo balê bikşînin ser tecrîdê dirûşme berz kirin û meşiyan.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinên ku li ser sifreya rojê li Tuşbaya Wanê hatin gel hevdu piştre ji bo balê bikşînin ser tecrîdê dirûşme berz kirin û meşiyan. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî beşdarî çalakiyê bû. Jinan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Welatiyên der û dorê jî piştgirî dan çalakiyê.    Meş piştî tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.