Em ê dengê berxwedanê li hember bêdengiya navneteweyî bilind bikin 2019-05-21 09:51:21   Tulîn Muhemed   ŞEHBA - Çalakiya xwedîderketina li berxwedana zindanan a bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star dest pê kir, di roja xwe ya şeşemîn de berdewam e.   Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê bi ser kevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin", çalakiya vedana çadirê ya bi pêşengtiya Kongreya Star ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê li qada Navçeya Ehdasê hat lidarxistin didome. Qad bi wêneyên Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên zîndanan, pakrewanên azadiyê, her wiha pankertên bi nivîsên "Çalakiya greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in", hatin vekirin.   Bi tevlîbûna 100 jin ji endam û rêveberiyên saziyan li Navçeya Ehdes û gundewarên wê, her wiha  serdan ji aliyê endamên Meclîs û Komînan hat kirin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre perspektîfên Abdullah Ocalan hat guhdarkirin, paşê axaftin li ser navê Kongreya Star Almaz Hiso, li ser navê Meclîsa Navçeya Ehdas Fikret Ebdello, li ser navê dayîkên şehîdan Foziyê Muhemed hat kirin. Di axaftinê de balkişandin li ser berxwedana zindanan û wiha gotin: "Em ê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin, em ê berxwedana xwe heta Serok Apo ji zindanan azad bibe bidomînin."   Her wiha li nameyên Leyla Guven û Fatîle ya ku di zindana Tirkyeyê de berxwe didin hat guherdar kirin, jinên ku tevlî çalakiyê bûn hestên xwe parve kirine.   'Azadiya Serok Apo azadiya hemû gelan e'   Jina bi navê Bêrîtan Cefo axivî û got:" Em tevlî çalakiyê bûn ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan, heta armanca Leyla Guven û gelê kurdî pêk neyê em tu carî nawestin, azadiya Serok Apo azadiya hemû gelê bindeste, em ê her û her li ser piyan bin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan."   'Heta Serokê me azad bibe dê çalakiyên me dewam bikin'   Her wiha jina bi navê Xedîce Ehmed jî wiha got: "Em jinên Efrînê piştgiriyê didin Leyla Guven û rêhevalên wê heta xwesteka wan û xwesteka hemû gelan pêk were, em çalakiyên xwe tu carî nasekinînin heya Serok Apo azad nebe. Em bêdengiyên dewletên Navnetewî şermezar dikin, em ê dengê xwe li hember bêdengiya dewletan bilind bikin, em kurd in li vir in tu carî em tune nabin, ji ber em li ser şopa Serok Apo û şehîdan dimeşin, em tu carî nakevin."   Nahêd Muhemed jî axivî û got: "Serê me bi çalakiya Leyla Guven bilind e û em hemû li ser şopa wê dimeşin, berxwedana xwe jî berdewam dikin, em jinên Efrînê ne, em ji kesî re serê xwe natewînin."   Her wiha di çalakiyê de semîner ji aliyê endama Kongreya Star Hesna Hesen li ser şerê teybet û şêwazên wê ji gelê ku tevlî çalakiyê bû hat dayîn