'Divê xwesteka çalakgerên di grevê de ne bê cih' 2019-05-21 09:02:56   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Heyva Sor a Kurd Cîhan Mihemed di derbarê tendirûstiya çalakgerên di grevên birçîbûnê de got: "Rewşa çalakgeran di xeteriyê de ye, loma divê bi lez sazî, rêxistin û dezgehên ku bi mafên mirovan re têkildar in mudaxele bikin û xwestekên wan bînin cih."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên di zindanan de, li derve, Ewropa û Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin berdewam in. Çalakiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven hatibû destpêkirin di roja xwe ya 194'an de ye. Endama Heyva Sor a Kurd Cîhan Mihemed girêdayî tendûristiya çalakvanên di greva birçîbûnê de nirxandin kir.    'Heger tecrîd rabe tê wateya rizgarkirina hemû gelê Kurd'    Cîhan Mihemed di derbarê rewşa çalakgeran de wiha axivî: "Tecrîda li ser Rêber Apo bi salane dewam dike. Li dijî vê tecrîda  nemirovî grevên birçîbûnê di zindanên Turkiyeyê, Ewropa  û li Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin. Grev bi pêşengiya Leyla Guven niha di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe. Grev bi armanca şikandina tecrîdê ne, heger tecrîd rabe tê wateya rizgarkirina hemû gelê Kurd. Berdêlên rizgarkirina Rêber Apo giranbûha ne, ji ber ku mirov rihê xwe feda dikin."   'Pratîka vê yekê girîng e'   Cîhanê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser biryarên Tirkiyeyê yên bê pratîk û wiha got: "Bi mehane ku ev grev bê navber didome. Heger mirovek mehekê bê xwarin bimîne, êdî beden lewaz dibe. Lê mirov dikare heta demekê wiha bimîne. Bi saya israr û îradeya mirov dikare ewqas roj bê xwarin bimîne. Di çarçoveya van çalakiyan de dewleta Tirk û hemû civaka navdewletî bê deng in û tu bertekan nîşan nadin. Turkiyeyê li ser medyaya xwe parvekiribûn ku wê êdî destûr bidine parêzerên Rêber Apo wî bibînin, lê ev  biryar pratîka wê tune ye. Pratîka vê yekê girîng e."   'Çalakger di xeteriyê de ne'   Herî dawî endama Heyva Sor ya Kurd Cîhan Mihemed wiha got: "Bedena mirov heta demekê dikare li berxwe bide, çiqas îrade xurt be jî. Loma rewşa çalakgeran niha di xeteriyeke mezin de ye. Loma bangewaziya me ji hemû sazî, dezgeh û rêxistinên mafên mirovan, tenduristiyên navnetewî heye ku vê rewşê li ber çavan bigirin. Divê ku ev rêxistin xwedî li erka xwe ya mirovahî derkevin û li pey berjewendiyên xwe neçin."