‘Êşa dayikan ji holê rakin' 2019-05-20 15:58:59   ŞIRNEX - Dayikên girtiyan li Şirnexê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyanî dan û banga bi dawîkirina tecrîdê kirin.   Dayikên li Şirnexê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkir, daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş telî daxuyaniya dayikan bû.    Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan axivî û bal kişand ser tecrîdê û wiha got: "Tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan pêk tê ne hiqûqê ye. Tecrîd niha li hemberî civakê ye. Her wiha bi rojan e dayikên girtiyan li qadan li ber xwe didin û li hemberî dayikan jî êrîşek pêk tê. Ev êrîş nayê qebûlkirin. Ji bo kesek jiyana xwe ji dest nede û ji bo êşa dayikan bi dawî bibe divê gav bên avêtin."   Dayikan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dawî li daxuyaniyê anîn.