Jinên kurd ên li Skandînavyayê dê her heftê çalakiyan li dar bixin 2019-05-20 15:32:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinên Kurd ên li Swêd, Fînlandiya û Danîmarkayê, ji bo xwedî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin wê her hefte çalakiyan bikin.   Berdevk û hevserokên rêxistinên jinên kurd ên li welatên Skandînavyayê, ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin û perwerdeya xwe pêk bînin, dawiya hefteyê li bajarê Uppsala yê Swêdê li hev civiyan. Ji rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê 35 jin tevlî kombûnê bûn.   Lêkolîner Sûltan Oger li civînê axivî û diyar kir, ji bo jin karibin hîn bêhtir xwedî li keda xwe derkevin pêwîstî bi perwerdeyê heye. Sûltan wiha got: "Em hem jin in, hem jî koçber in. Em li welatê xwe nînin û divê em pêwîstiyên xwe diyar bikin. Jinên kurd ên ji neçarî koçî Ewropayê kirine, pirsgirêkên cûda dibînin. Ya sereke jî bandora jiyana li welatekî bi çandeke cûda ya li jinan e."   Jinan di civînê de bal kişandi ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û biryar dan ku dê her hefteyê çalakiyan li dar bixin.