Dayikên li Amedê: Amed ranezê li zindanan xwedî derkeve 2019-05-20 14:17:51   AMED - Dayikên li Amedê 20 roj in li gel astengiya polîsan ji bo piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan"  çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn û piştre jî bi çepik û tilîliyan meşiyan.    Parqa Koşuyoluya Rêzana Amedê 20 roj in bi bariyeran hatiye girtin. Dayik jî 20 rojin çalakiya xwe rûniştinê didominin. Dayikan li ber avahiya Fabrîkaya Ard a li hemberî Parqa Koşuyoluya Rêzanê li gel astengiya polîsan kom dibin û li vir çalakiya xwe ya rûniştinê pêk tînin. Her ku diçê piştgiriya çalakiya dayikan zêdetir dibe. Dayik bi dirûşm û tilîliyên xwe çalakiya xwe pêk tînin. Îro parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel û Mûsa Farîsogullarg tevlî çalakiya dayikan bûn.    Polîsan nehişt îro jî çapemenî dimena çalakiyê bikişînin. Li gel astengiya polîsan, dayik çalakiya pêk anîn û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Amed ranezê li zindanan xwedî derkeve" bi meşê berê xwe dan Komeleya Piştewaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER). Li ber avahiyê Zehra Şahîn li ser navê dayikan axivî û diyar kir ku êdî bes e. Zehra wiha axivî: "Edî ev zilm bes e, dê heta kengê bidome. Dixwazin dayikan bitirsînin, lê dayik tu carî natirsin. Di serî de Ewropa û Tirkiye bêdengiya xwe diparêz e. Em dibêjîn êdî bes e."   Piştî axaftinan çalakiya dayikan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.