Dakiyên di nobetê de ne bang li Wezareta Dadê kirin 2019-05-20 13:54:53   ENQERE - Heserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Lijneya Rêberiya Meclîsa KESK'ê çûn serdana dayikên ku li Navenda HDP'ê di çalakiyê de ne. Dayikan bang li Wezareta Dadê kir û got ku divê gavên pratîk bên avêtin.    Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û niha li Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya xwe didomînin. Çalakiya dayikan di roja 7'emîn de ye. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endamên Lîjneya Rêveberiya Meclîsa KESK'ê çûn serdana dayikan.    'Divê gav bên avêtin'    Mehmet Bozgeyîk di hevdîtina bi dayikan re, axaftineke kurt kir û wiha got: "Sendîkaya me ji bo ked û aştiyê her tim di nava têkoşînê de bûn. En di pêvajoya ku herî zêde zext û zordarî tê kirin de derbas dibin. Pêkanînêh lidij hqûqê pêk tên. Em ji bo nûve avakirina demokrasiyê demek dirêjî di nav têkoşînê de ne. Şeş meh û nîv e li girtîgehan binpêkirina mafan pêk tê. Leyla Guven 195 roj in di greva birçîbûnê de ye. Grevên birçîbûne gihaşt asta krîtîk. Ji bo girtî jiyana xwe ji dest nedin divê Wezareta Dadê bi bikeve nav liv û tevgerê."   'Divê parêzer biçin Îmraliyê'   Nezahat Teke, di serdana KESK'iyan de axivî û bal kişand ser wateya serdana KESK'iyan û wiha dirêjî da axaftina xwe. "Em ji bo çareseriyê hatin Enqereyê. 2 meh in bê hincet randevû nadin me. Me bi Serokê Meclîsê re hevdîtek kir û bi hêviyekî ji me re axivîn. Lê heta îro gaveke pratîk nehatiye avêtin. Divê parêzer demildest biçe Îmraliyê. Niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne."   Nezahat, diyar kir ku divê Wezareta Dadê gavek bavêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dayikên ku hatin Enqerê ye dê hevdîtinên xwe bidomînin. Em ê dengê xwe bidin bihistandin."   Dayik dê hevdîtinên xwe yên saziyên din bidomînin.