Meclîsa Jinan a HDP'ê civîna xwe ya herêma Egeyê pêk anî 2019-05-20 13:26:47   ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP'ê civîna xwe ya herêma Egeyê li Îzmîrê pêk anî.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a a Gelan (HDP), li Îzmîrê civîna xwe ya herêma Egeyê pêk anî. Civîn li avahiya rêxistina HDP'a Îzmîrê pêk hat. Di salona civînê de pankarta 'Ji bo azadiyê, rêxistinbûna xwe mezin dikin" hat daliqandin. Parlamentara HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr û gelek jinên HDP'î tevli civînê bûn.    Di civînê de tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentara HDP'ê ya Colemêrgê hatî destpêkirin û her wiha rojiya mirinê hat nirxandin. Di civînê de qala girtiyên jin ên HDP'î jî hatin nirxandin û her wiha ser xûrtkirina rêxistinbûna jinê jî nirxandin hatin kirin. Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî hat domandin.