Hunermendên MKM'ê: Em ê li dijî bêhiqûqiyê û neheqiyê bêdeng nemînin 2019-05-20 13:14:40   AMED - Hunermendên MKM'ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê û gotin:"Em ê wekî hunermend li dijî bêhiqûqiyê û neheqiyê bêdeng nemînin."   Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin li Şanoya Bajêr a Amedê hatin gel hev û daxuyaniyek dan çapameniyê. Li ser navê şanoger, sînemager û hunermendên ku li hev kom bûbûn Derhêner Îlham Bakir daxuyanî da. Bakir di destpêka daxuyaniyê de rewşa Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên di grevê de bi bîr xist û wiha got: "Em bi bîr dixin ku em hunermend dê li dijî qirîna girtiyên ku ji bo pêkanîna mafdar, mirovî û bi tevahî hiqûqî laşê xwe dane ber birçîbûnê û dayikên me yên laçik spî ku bûne remza aştî û wijdanê civakê bê dedeng nemînin û destnîşan dikin ku guhdarkirina vê qirînê berpirsyariya herî bingehîn a mirovî ye."     Îlham got ku divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin û ev tişt anî ziman: "Vê asta krîtîk ku çalakiyên grevên birçîbûnê hatinê, her kêliyê gelek girîngtir dike û li şûna daxwaniyan ji her demê bêtir gavên pratîk pêwîstîtir dike. Em hunermendên ku bi salan e stranên vê axê dibêjin, şanoya wê çidikin, fîlmê wê dikişînin û jiyan û xeyalan wê xêz dikin, di serî de hikûmet û paşê jî partiyên muxalefetê, her kesê ku dibêje ez demokrat im û her beşên civakê vedixwînin hestyariyê; bang li wan dikin ku canê mirov û paşeroja civakê nekin qurbana berjewendiyên xwe yên rojane û siyasî."     Îlham da zanîn ku ew naxwazin hunera xwe li ser êşê ava bikin û wiha pê de çû: "Di van rojên ku li erdnîgaraya em li ser dijîn, mirov ji bo daxwazên herî biçûk ên demokratîk laşê xwe dane ber birçîbûnê, weke dayikên me yên zane û dijiminê nezaniyê jî diyar dikin, em dixwazin li şûna canên xwe kîna xwe bin ax bikin. Hunermend berpirsyare ku rengê civakê lê dijî di hunera xwe de nîşan bide. Di vê wateyê de divê neynika civaka xwe be. Em hunermendin kurd naxwazên hunera xwe li êşên ku em dikişînin ava bikin."    Îlham di dawiya axaftina xwe de xwest ku daxwazên çalakgeran bên bersivandin û ev tişt gotin: "Divê neyê jibîrkirin ku ev erdnîgarî tenê ji bo êşan avis e, berovajiyê vê yekê hemû nirxên civakê li ser vê erdnîgariyê şîn dibin û ev erdnîgarî avisa şahî û sermiyana nirxên civakê yên ji bo hemû mirovan e. Weke Nazim Hîkmet jî gotiye, em ê rojên xweş bibînin zarokno, motoran bajon ser hêşînayiyan. Di vê çarçoveyê de em hemû daxwazên çalakgeran ên ji bo cîhaneke wekhevî û adalet ku dê feydeke mezin bigihîne demokrasiya welat xwedî derdikevin û bang li herkesî dikin ku ji bo bersivandina van daxwazan hestyar tevbigerin."