'Gelo ew ban wê îdare bikiran ku zarokên wan birçîba?' 2019-05-20 12:39:33   ENQERE - Erden Kizildemir anî ziman ku birayê wê ji 1992'an heta niha 4 carî ketiye greva birçîbûnê û got ew ji bo armancekê hatine Enqereyê. Erden got:"Kesên ku xwedî wicdan û jiyanê diparêzin divê balê bikşînin ser grevên birçîbûnê. Bila zarokên xwe bifikirin. Gelo ew ban wê îdare bikiran ku zarokên wan birçîba?"   Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne û ji bajarên cuda hatine Enqereyê û li meclîsê çalakî pêk anîn niha çalakiya xwe li navenda HD'ê dewam dikin. Ji xizma girtiyan yek jê Erden Kizildemîr e. Erdena ku ji Amedê hat da zanîn ku birayê wê Tahir Kizildemîr ji 1992'an heta niha 4 caran ketiye greva birçîbûnê. Erdenê da zanîn ku Tahir ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye û ew ji bo hemû girtiyan hatine Enqereyê.    'Birayê min ê ku ev 27 sal in girtî ye cara 4'an ketiye greva birçîbûnê'   Erdem got:"Em ji rayedarên dewletê daxuyaniyekê dipên. Gotin qedexeya hevdîtina parêzeran rabûye lê ev yek hîn bi awayekî fîilî bi cih nehatiye. Birayê min ê ku ev 27 sal in girtî ye cara 4'an ketiye greva birçîbûnê. Divê em hemû kes bibin dengê wan."   'Bila zarokên xwe jî bifikirin'   Erdemê da zanîn ku 30 girtî di rojiya mirinê de ne û wiha dawî lê anî:"Girtî bi rojan e ku di grevê de ne. Em dixwazin balê bikşînin ser rewşa hemûyan. Kesên ku xwedî wicdan û jiyanê diparêzin divê balê bikşînin ser grevên birçîbûnê. Bila zarokên xwe bifikirin. Gelo ew ban wê îdare bikiran ku zarokên wan birçîba?"