'Em ê bi têkoşîna xwe tecrîda giran rakin' 2019-05-20 09:36:23   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan kon di dîroka 16'ê gulanê de bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin' li qada Navçeya Ehdas vedan.   Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê ji bo xwedî derketina li xwesteka Leyla Guven û rêhevalên wê kon li qada Navçeya Ehdas a Şehbayê veda. Rojane berxwedaniya xwe ji çalakiya greva birçîbûnê re didin nîşandan. Nêzî 90 jin ji Endam û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî çalakiyê bûn, ev çalakî jî wê heya 24 Gulanê berdewam bike.   Serdan ji aliyê Endamên Sazî, Meclîs û Komînan çê dibe. Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê her wiha pankarta bi nivîsa "Bi rihê Leyla em ê tekoşîna xwe bilind bikin û Rêber Apo azad bikin" hat xemilandin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelox Reşîd, bi navê Endama Kongreya Star Mûşîre Mele Hisên hat kirin, di axaftinê de balkişandin li ser berxwedaniya zîndanan a ku bi Mazlum Dogan dest pê kiriye û îro bi Leyla û rêhevalên wê berdewam dike û gotin: "Em gelê Efrînê her tim bûne qurbana desthiladariyê û ji bo azadiya xwe em li berxwe didin. Serok Apo fîzîkî di bin tecrîdê de ye, lê fikir û ramana wî di dilê me de dijî. Serok Apo ji bo azadiya gelê kurd gelê bindest di zindana Îmraliyê de ber xwe dide, em jî li Şehbayê ji bo vegera Efrînê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan ber xwe didin. Em ê bi tekoşîna xwe tecrîda li ser Seroka Apo rakin."   Gelê ku beşdarî çalakiyê dibin guhdarî dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven ya ku nameya xwe ji gelê kurd re şandiye kirin.   Di berdewamiya axaftinan de wiha hat gotin:"Rojane saet ji 11.00'an  heta 4'an, jinên ku tevlî çalakiyê dibin , di nav hevdu de nîqaş dikin û her tim berxwedan û azadiya Abdullah Ocalan bi lêv dikin, berxwedana ku di sala 1988'an de bi pêşengtiya Mazlum Dogan hatibû dest pê kirin îro li tevahî Kurdistanê belav bûye û berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê, tenê ji bo azadiya Serok Apo û tecrîda giran li ser wî were rakirine."   Jin, zarok bi tekoşînek bilind stranên xwe berxwedaniya zîndanan silav dikin û berxwedaniya 58 rojan ya di Efrînê de tînin ziman.   Bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" çalakiya konvedanê didome.