Walîtiya Wanê bi qedexeyên xwe rekorê dişkîne! 2019-05-20 09:10:56   WAN - Walîtiya Wanê ji 31’ê adarê şûnde li bajar ji bo hemû meş, bername û xwepêşendanan qedexeyê datîne. Parêzera OHD’ê Dîlan Kunt qedexe û êrîşên polîsan nirxand û got: “Qedexeyên Walîtiyê nîşan dide ku demokrasiya welat ji holê rabûye.”   Walîtiya Wanê piştî hilbijartinên 31’ê adarê şûnde hemû çalakî, meş û xwepêşenganên di navbera 29’ê nîsan û 8’ê gulanê de qedexe kir. Walîtiyê sînorê xwe yê 10 rojan derbas kir û herî dawî qedexeyek nû anî û hemû bernameyên di navbera 19-28’ê gulanê de qedexe kir.   Gelek bername hatin qedexekirin   Li bajar gelek bernameyên HDP’ê bi hinceta qedexeye, destur nedanê. Walîtiyê ji bo mîtînga 1’ê Gulanê jî destura bi şert da.  Komeleya Lêkolîna Çanda, Ziman û Hunerê (DÎSA-DER) der barê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de xwest daxuyaniyekê bide lê Walitiyê qedexe kir. Dîsa hemû bernameyên ji aliyê xizmên girtî û dayikan ve hat xwestin bê kirin jî hatin qedexekirin. Platforma Demorasiyê jî bi armanca balê bikşîne ser grevênbirçîbûnê xwest daxuyaniyekê li Kolana Hunerê bide lê Walî qedexe kir û polîs jî asteng kir.    Parêzera Komelaya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, Dîlan Kunt Ayan qedexeyên ji bo bernameyan nirxand û diyar kir ku piştî OHAL bidawî bûye wan gotine wê pêvajoyek rehet bijîn lê rastî qedexeyên Walîtiyê hatine û bi taybet ev qedexe li dijî çalakiyên dayikên naxwazin zarokên wan bimrin, tên kirin.   ‘Jî pêşî li tevlîbûna bernameyan bigirin wisa dikin’   Dîlanê qala bernameyên qedexe kir û wiha pê de çû: “Beyî destûr mirov dikarin bên cem hev û protesto bikin, bernameyan bikin. Li pêş vê tu astengî tune lê Walîtî bi her biryar ku digire mafan asteng dike. Em wek komele tevlî Platforma Demokrasiyê ne. Daxuyaniya wê hefteyê ya platformê me wek OHD wê pêk bianiya. Lê Walîtiyê qedexe danî ser biryarê. Armanc ev bû pêşî li tevlîbûna bernameyan bê girtin.”   ‘Em divê mafên jiyanê biparêzin’   Dîlanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew vê rewşê tu car qebûl nakin û wiha got: “Ji ber mafekî qanûnîye. Em divê muvekîlên xwe û mafên jiyana wan biparêzin. Em divê bibin dengê wan. Baroya Wanê der barê qedexeyên Walitiyê de 3 doz vekir. Em ê şopdarên van dozan bin jî.”