Dayika Burhan Şik ê di rojiya mirinê de: Serkeftina zarokên me nêz e 2019-05-20 09:09:27   Zeynep Durgut    WAN - Dayika Burhan Şik ê ku 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir û piştre li gel koma 2’êmîn ketiye greva mirinê Ferah Şik diyar kir ku rewşa lawê wê ya tendûristiyê gihiştiye asta xeterê û got ku serkeftina zarokên wan  nêz e an îro, an sibe ye.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê ku hatin destpêkirin ji aliyê bi hezaran girtiyan ve didome. Dayika Girtiyê bi navê Burhan Şik ê li girtîgeha Panosa  Agiriyê di 1 Adarê de ket greva birçîbûnê û piştre ji li gel koma 2’emîn di10'ê  Gulanê de ket greva mirinê Ferah Şik têkîldarî rewşa lawê xwe axivî û got ku rewşa lawê wê ya tendûristiyê nebaşe û bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana girtiyan derbikevin.    ‘Lawê min 5 kîlo dane’   Ferahê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bêdengî dikuje û got ku daxwaza zarokên wan a aştiyê ye û wiha axivî;”Lawê min 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir û piştre li gel koma 2’emîn ket greva mirinê. Ez çûm hevdîtinê rewşa wî ya tendûristiyê qet nebaş bû.  5 kîlo dane û nikare li ser piyan bisekine. Jan di mîdeya wî de ye û nikare zêde xeber bide. Li dijî berxwedanê gel bêdeng e. Zarokên me ji bo vî gelî bedena xwe kirine mertal. Ne ji bo berjewendiyên xwe ji bo azadiya Gelê Kurd û aşitiyê xwe feda dikin. Ne tenê malbat pêwîste herkes xwedî li vê bewrxwedanê derbikeve. Daxwaza me ji gelê me ew  ku  rabin ser piyan û xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin. Bêdengî mirine, bêdengî dikuje. Tirsa me dayikan tune ye. Em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikîn. Xwedê meke tenê agahiyek mirinê ji zîndanan bê em dayîk em ê dinyayê xira bikin. Hikûmet neşar e gavê biavêje. Bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê bi pêkanîna daxwazên gitiyan mimkun e. Daxwaz û armancek girtiyan heye hata ku pêk neyê wê zarokên me gav paşve neavêjin. Serokwezîr divê berpirsyariya xwe ya civakî pêk bîne û tecrîtê bi dawî bike. Em naxwazîn kezeba tu dayikan bişewite.”   'Di dilê wan de govenda aştiyê û azadiyê heye’   Ferahê bal kişand ser êrîşên li ser dayîkan û got ku êrîş wê tu carî çavê dayîkan netirsîne û wiha dom kir:” Kurê min di oxira azadiyê û wekhêviyê de bedena xwe daye ber mirinê. Em dizanîn ku niha di dilê wan de govenda aştî û azadiyê heye. Ew fedayiyên doza xwe ne. Ne tenê ji bo gelê xwe ji bo aramiyaya tevahiya dinê niha di greva mirinê de ne. Ew ê nemirin û bi ser kevin ew ê serbikevin. Em dayik ji bo ku dengê wan bidîn bihistin çiqas berbirsyarî bikeve ser milên me em amade ne ku bînin cih. Bi dorbeçkirina me ew ê nikarin têkoşîna me bi dawî bikin. Tu tişt bi qasî zarokê me girîng nîne. Li me bixin, me bikujin me li erdê kaş bikin û me bigirîn ji em dayik li pey doza zarokên xwe ne û dest ji vê dozê bernadin. Di vê meha remezanê de xweê vê zilma ku li me û li zarokên me dikin qebûl nake. Ev çawa misilmanin û dibêjin em rojiyê digrîn. Erdogan devê xwe vedike dibêje bihşt di bin lingê dayikdan de ye. Lê zilma ku li daiyikan dike kesekî nekiriye.”   ‘Serkeftin nêze îro ne be sibê ye'   Ferahê di dawiya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku xwedî li berxwedana dîrokî derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Zarokên me têkoşîna azadiyê didin. Daxwaza zarokên me daxwaza  me dayikan e. Em ji zilma wan natirsîn û em ê dayik heta dawiyê li ber xwe bidîn. Em ê hertim li kolanan bin. Tiştek ji zarokên me çêtir nîne. Bila em bimirin lê bila kezeba me neşewite. Bila herkes xwedî li vê berxwedana dîrokî derbikeve û bêdeng nemînin. Serkeftin nêze, azadî nêz e û îro nebe wê sibê be.  Em bi zarokên xwe bawer in û bi hêvî ne.”