ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-20 09:00:00   *Di Meha Remezanê de kesên ku ji bo fitarê amadekarî dikin, ji ber buhabûnê bi bertek in. Jinên wanî bertek nîşanî buhakirina zebze û fêqiyan dan û gotin ku bi buhakirinê aboriya Tirkiyeyê sererast nabe. BI DÎMEN   *Dayika Burhan Şik ê ku 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir û piştre li gel koma 2’êmîn ketiye greva mirinê Ferah Şik diyar kir ku rewşa lawê wê ya tendûristiyê gihiştiye asta xeterê û got ku serkeftina zarokên wan  nêz e an îro, an sibe ye. BI DÎMEN   *Hakîme Karagoz diyar kir ku hevjînê wê Ethem Karagoz ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Me her duyan jî cuda cuda têkoşîna jiyanê da. Ethem jî ez jî em di têkoşîna xwe de bi ser ketin. Me herduyan şûnde gav navêt. Em netirsiyan. Em ne ji têkoşîna xwe ne jî ji êşa kişandiye poşman in.” BI DÎMEN   *Girtiyê bi navê Hamza Yilmaz yê ji 1’ê adarê de di greva birçîbûnê de ye di nameya ku şandî de wiha got: “Ala li zindanan tê hildan, hûn jî hildin. Yên hêviya xwe winda nakin wê teqez bi ser kevin.”   *Li Gundê ku Elewiyên Tahtaci lê dijîn ji ber çêkirina JES’an gel bi fikar e. Gundiyên Yilmazkoy diyar kirin ku di 10 salan de wê gundê wan hem di alî jiyanê de hem di alî çandê de tune bibe û gotin divê JES bi giştî bên rakirin. BI DÎMEN   *Walîtiya Wanê ji 31’ê adarê şûnde li bajar ji bo hemû meş, bername û xwepêşendanan qedexeyê datîne. Parêzera OHD’ê Dîlan Kunt qedexe û êrîşên polîsan nirxand û got: “Qedexeyên Walîtiyê nîşan dide ku demokrasiya welat ji holê rabûye.”