Dayikên ku Enqreyê terk nakin: Heta agahiyeke xweş nedin em venagerin 2019-05-19 14:56:27   ENQERE - Dayikên ku li Avahiya HDP'ê ya Giştî li Enqereyê serdanan qebûl dikin, diyar kirin ku ew ê bi hev re dengê xwe bidin bihîstin û gotin ku bila demildest daxwazên me bên cihanîn. Diyikan wiha got: "Heta agahiyeke me kêfxweş bike nedin me em venagerin."   Dayikên ku ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birîbûnê de ne çûn enqereyê û 5 rojan li meclisê man  ji îro û şûnde wê çalakiya xwe li Avahiya giştî ya Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) berdewam bikin. Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên navçeyan jî çûn serdana dayikan.    Dayikan mêvanên xwe li salona civînê ya avahiya HDP'ê pêşwazî kirin û yek bi yek bi wan re eleqedar bûn. Balkêş bû ku kesên çûn serdana dayikan jî laçikên spî dabûn serê xwe.    'Em bi hev re dengê xwe bidin bihîstin'   JI dayikên ku mêvanên xwe silav kirin Ayfer Bîtmen axivî. Ayfer spasiya kesên hatin serdana wan kir, got ew ji bo zarokên xwe hatine enqereyê û anî ziman ku ew ê bi hev re dengê xwe bidin bihîstin.    'Em ê degnê girtiyan bidin bihîstin'   Yasûr Tufan jî diayr kir ku wan jî nedixwat zarokên wan dest bi greva birçîbûnê bikin û got ku ji bo dengê wan bidin bihîstin dibe ku dereng jî mabin. Yasure wiha berdewam kir: "Em ê bi hev re dengê girtiyan bidin bihîstin. Ger ku me zû dest bi vê çalakikyê bikira dibû ku tendirûstiya zarokên me niha ne di vê rewşa krîtîk de bûya."   'Em dixwazin sozê xwe bi cih bînin'   Yasure diyar kir ku ji bajarên jê hatine dayikên din li hêviya wan in û ev tişt got: "Em dayikên ku ji Amed, Wan û Êlihê hatine dixwazin bi agahiyeke me kêfxweş bike  vegerin. Me soz da dayikên li bajarê ku em jê hatin û me got heta ku em agahiyeke kêfxweş negirin em venagerin."   'Bu 4 roj daxuyanî hat dayîn lê parêzer nikarin biçin'   Herî dawî dayika bi navê Nezahat teke axaftin kir ku ev tişt got: "Heta em dest nedin hev em nikarin bi ser kevin. Em ê li vir bin û li ber xwe bidin. Heta ku em agahiyeke me kêfxweş bike em bistînin em ê li ver bin. Ev 4 roj e Wezîrê Dadê daxuyanî da lê parêzer nikarin biçin hedîtinê. Çima nikarin biçin?  30 zarokên me di rojiya mirinê de ne."