'Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û daxwazên wan pêk bînin' 2019-05-19 10:22:33   ŞEHBA - Meclîsa Malbetên Şehîdan bi çalakiyekê hemû şehîdên doza azadiyê li qada Navçeya Ehdas a Şehbayê bi bîr anîn.   Ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê Meclîsa Malbetên Şehîdan bi çalakiyekê li qada Navçeya Ehdes a Şehbayê merasîma  bîranînê li dar xistin. Qad ku merasîm lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û yê pakrewanên azadiyê hat xemilandin, gelek rêveberên Sazî, Meclîs, Komunn, Rêxistina Kongra Star û Meclîsa Malbetên Şehîdan tevli merasîmê bûn. mrasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir.   Paşê axaftin hatin kirin, li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û wiha got: "Em hemû pakrawanên azadiyê bi bîr tînin û ji vir berxwedana zindanan silav dikin. Em soza xwe duber dikin ku em ê li ser şopa têkoşeran bimeşin û daxwaza wan pêk bînin. Me dayîkên têkoşeran cîgera xwe fedayî ax, welat û azadiyê kiriye, em ê berxwedana xwe berdewam bikin heya ku em daxwaza hemû têkoşeran pêk bînin û Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bikin. Em ê Efrînê li bi têkoşînê rizgar bikin."   Piştî axaftinan koma Engîzeg bi stran û hestên xwe hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anîn.   Merasîm bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.