‘Ger qedexe rabûye bila wê demê berdewama hevdîtinan bê’ 2019-05-19 09:31:18   Habîbe Eren   ENQERE - Jinên li meclîsê bendewariya xwe didomînin diyar kirin ku tevî daxuyaniya wezareta dadê ya wekê ‘qedeya li Îmraliyê rabûye’ pêngav nehatiye avêtin û got ger qedexe rabûye wê demê bila berdewama hevdîtinan bê, çima malbat û parêzer nikarin biçin?   Bendewariya dayikên ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, li meclîsê runiştine di roja 6’an de berdewam dike. Dayik li Salona Civînê ya Koma HDP’ê berdewamiya xwe didomînin. Tevî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ya ‘qedexeya parêzeran a li Îmraliyê rabûye’ hîna pêngav nehatiye avêtin û dayikan xwest ku berdewama hevdîtinan bê.   ‘Dayik diqiriyan’   Dayika Azîz Tufan yê ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye, Yesura Tufan diyar kir ku divê daxwaza girtiyan demildest bê cih û wiha pê de çû: “Zarokên me di sînorên mirinê de ne. Dayikên du girtiyên di rojiya mirinê de duh telefon vekirin. Diqêriyan digotin ‘dibe zarokên me bimrin, dem tune ye’. Ev 5 roje em li virin. Bi rojan e li qadan porê me kaş dikin, em bi erdê re kaş kirin. Em tevî hemû şîdetê li ser piyan e. Berê jî em hatin Enqereyê lê em negirtin bajar. Îcar heta çareserî pêk neyê em naçin. Ji laçika me ya sipî ditirsin. Rayedarek jî nabêj e ‘derdê we çi ye, hun çi dixwazin.’ Rakirina tecrîdê gelo evqas zehmet e. Divê hevdîtina malbat û parêzeran demildest pêk bê. Wezareta dadê got qedexe rabûye. Ev çend roje em li virin. Em li bende agahiyê ne. Em carek din bang dikin, divê demildest gav bê avêtin.”   ‘Berdewama hevdîtinan nehat’   Dayika Sînal Solhan, Vesra Solhan ku ji Wanê hatiye, diyar kir ku kurê wê li girtîgeha Bafra ya Samsunê girtiye û wiha got: “Kurê min 5 meh di greva birçîbûnê de ye. Ne hêz maye ne taqet. Hestiyên wî heliyan e. Ez 65 salî me. Bi rojane em li vir in. Bila êdî gavek bê avêtin. Hîna jî malbat û parêzer nikarin biçin. Wezaretê em guhdar nekirin. Em di vê meha Remezanê de li vir ji bo zarokên xwe dimînin.”   Ger qedexe rabûye çima malbat û parêzer naçin?   Dayika Kadir Kiyag yê li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtiye, Medîne Kiyag jî wiha got: “Wezîrê dadê got qedexe rabûye, lê me tiştek nedît. Ger rabûye wê demê çima malbat û parêzer nikarin biçin. Em ji ber zarokên xwe nikarin rojiya xwe bigirin. bila tecrîd rabe. Yek gotinek têr dike. Heta em wê gotinê nebihîzin em venakişin. Ev zilma êdî bes e.”   Merdiye Ay jî ji Mêrdînê hatiye. Hevjînê wê Ferhan Ay li girtîgeha Şakran a Îzmîrê girtî ye. Merdiyeyê bi lêv kir ku hevjînê wê 5 mehe di grevê de ye û wiha got: “Ev ne edelet e. Dema dor tê me edelet tune ye. Em dixwazin qanûn pêk bên. Divê wezîrê dadê li pey daxuyaniya xwe bisekine.”   ‘Bila gotina xwe bînin cih’   Sultan Azboy jî ji Amedê hatiye û diyar kir ku birayê wê Sidik Kivanç 36 sal ceza girtiye û 22 sale di girtîgehê de ye. Sultanê bi lêv kir ku birayê wê bi mehane di grevê de ye û wiha got: “Bila li pey gotina xwe bin. Em vê dipên. Em bi dehan kes ji gelek bajaran hatin. Çav û guhê me li televîzyonê ye. Ez bang li wezareta edeletê dikim. Divê bala xwe bidin daxwazan. Afiye Bîtmen jî ji Êlihê hatiye û xwişka wê Berîvan Bîtmen li girtîgeha Bunyan girtiye. Afiyeyê destnîşan kir ku xwişka wê 5 mehe di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Rewşa wan ne başe. Mehek berê çûm hevdîtinê lê nikaribû bimeşe.Li gorî agahiyê parêzeran daye di bedean wê de girse derketiye. Bedena wan têk çûye. Ji bo grev bi dawî bin divê hevdîtin berdewam dikin. Divê gotina hatiye gotin pêk bê.”