Ardil Çeşme: Li dijî mirinê min dest bi rojiya mirinê kir 2019-05-19 09:08:27   STENBOL - Ardil Çeşme li girtîgeha Gebzeyê ji 30’ê Nîsanê de ye di rojiya mirinê de ye û di nivîsa ku şan de sedema ku ketiye roja mirinê wiha vegot: “Ez jinek Kurd, şoreşger, demokrat, ekolojîst im, ji ber vê nikarîbûm li dijî îşkencê bêdeng bimînim. Ez dixwazim bi Rêberê xwe re li welatê xwe bijîm. Hun li ku dijîn, ji bo mafê jiyanê yê me hûn jî bi piştevaniya xwwe nîşan bidin ku hûn dijîn. Bila tu kes mereq neke. Em ê teqez bi ser kevin.”   Girtiya bi navê Ardil Çeşme ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 30’ê Nîsanê de ket rojiya mirinê, ji girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê nameyek şand. Nameya ku di 6’ê Gulanê de nivîsiye wiha ye:   “Ez îro di 18.’ê rojiya mirinê de me. Baştirim. Rojên ewil ji ber ketina tansiyonê êşa serê min giran bû. Bedena min fêrî cureyên avê bû. Ava bi xwê, ava bi şekir û ava safî…Min ferq kir ku mirov xwe çawa hînê hinrewşan dike. Ez wek avê me, weselam.   ‘Em di hembêza Zagrosan de mezinbûn’   Di 1973’an de li Licê hatim dinê, piştî erdhêja 1975’an em hatin Amedê. Kurdbûn bi tena serê xwe teşeyê jiyanê ye. Rewşeke ku kes pê nizane û em dijîn. Em li welatê xwe wek dilgirtiyan jiyan. Em ji axa xwe qut nebûn. Em di hembêza Zagrosan de mezin bûn. Zagrosan em mezin kirin. Yên bawer nakin bila li kolandinên arkeolojîk binêrin. Zanist jî ispat dike lê dewlet înkar dike. Gelo mirov dikarin xwe înkar bikin? Na me nekir? Ez di xweşikahî, germahî, qeder, kenê zarokan de, li ser baskên baweriyan mezim bûm.   ‘Em gelekî ku wek welatê xwe dijîne’   Tevî ez ne Tirk bûm, di dibistana seretayî de her sibeh sond dihat xwarin. Min nedixwend. Ji ber ez ne Tirk bûm. Salên 1980’ê salên zarokatiya min bûn. Min şoreşgerî, şoreş, binpêkirin, tirs, îxanetkar û leheng nas kirin. Ez di 1993’an de tevlî têkoşînê bûm. Di 20’ê Mijdara 1994’an de hatim binçavkirin. Mehekê di bin çavan de rastî îşkence û tacîzê hatim. Ez 45 salî me. 25 sal e di zindanê de me. Beşa mezin a jiyana min di vir de derbas bû. Derve nayê bîra min. Xwişka min Nejla (Jiyan) di 1999’an de dema gerîla vekişiya di kemînê de şehîd ket. Dema şehadeta wê ez li vir bûm. Min mirina gelek hevalên xwe di zindanê de bihist. Dîsa bavê min jiyana xwe ji dest da. Bavê min xeyala derketina min dikir. Lê nedît. Ji bo em li ser axa xwe azad bijîn ev 25 sale ez di zindanê de me. Ji bo ez li welatê xwe yê ku mafê min li ser bijîm heye heye... Lê ez tişta aîdê xwe dixwazim. Sedema greva min jî ji ber vê  ye.   Birêz Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê. Birêz Ocalan li girava Îmraliyê bi hevkariya hêzên navneteweyî tê tecrîdkirin. Ji ber ez li dijî mirinê me ez di rojiya mirinê de me. Hun li ku dijîn bijîn piştgiriya xwe ya ji bo mafê me yê jiyanê nîşan bidin. Mafê herî xwezayî yê gelekî ev e ku li welatê xwe bijî, di pergala tercih dike de bijî. Em ji ber vê tecrîdê qebûl nakin têdikoşin. Em ê berdewam bikin. Em polîtîkayên ji me re rewa tên dîtin red dikin. Nebin hevkarên kuştinê we pêk tên. Em dibêjin ku; dewletên hun welatiyên wan in hişyar bikin.    Ji 1’ê Adara 2019’an şûnde 60 roj bû di greva birçîbûnê de bûm. Niha min veguhert rojiya mirinê. Daxwaza min rakirina tecrîda Îmraliyê ye. Dema tecrîd bişkê, pevçûna li Tirkiyeyê tê jiyîn, pevçûna li Rojava û Başur wê bidawî bibe û wê mirov nemrin.   Ez Ardil Çeşme! Ji bo şerê li vî welatî bidawî bibe ketim rojiya mirinê. Ji ber li dijî mirinê me ketim rojiya mirinê. Ez jinek Kurd, şoreşger, demokrat, ekolojîst im, ji ber vê nikarîbûm li dijî îşkencê bêdeng bimînim. Ez dixwazim bi Rêberê xwe re li welatê xwe bijîm. Hun li ku dijîn, bi piştevaniya ku hûn didin me nîşan bidin ku hûn dîjîn. Bila tu kes mereq neke. Em ê teqez biser kevin.   Dema mirov van dinivîse, hevok wateya xwe winda dikin. Li dijî çalakiya ku em tê de ne, gotin qels dimînin. Ji ber dem ne dema axaftinê, dem dema çalakiyê ye.   Bila tu kes ji bo me negirî, xemgîn nebe. Roj ne roja girî ye, roj roj berxwedanê ye.   Bila tu kes mereq neke. Em ê teqez bi ser kevin.”