'Perspektîfên Abdullah Ocalan kilîta çareseriya krîza Rojhilata Navîn e' 2019-05-19 09:01:58   Roj Hozan    QAMIŞLO - Endama Meclisa Jinê ya PYD'ê Rozelîn Bekir di derbarê nirxandina hevdîtina herî dawî ya ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat çêkirin û di nav de jî rewşa siyasî nirxand û got: "Perspektîfên Rêber Apo kilîda çareseriya kirîza tevahî  Rojhilata Navîn e, divê derfetên azad ji bo tevahî gelê Sûriyeyê were pêşxistin."   Di derbarê hevdîtina herî dawî ya ku parêzeran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkirin û perspektîfên piştî wê hevdîtinê hatin pêşxistin, Endama Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir nirxandin kir û di nav de jî  rewşa siyasî  û aliyên girêdayî vê hevdîtinê nirxand.      'Pespektîfên Rêber Apo kilîta çareserkirina aloziyê ye'    Rozelîn wiha dest bi nirxandina xwe kir û got: "Hevdîtina  ku bi Rêber Apo re hat çêkirin di demek wiha de girîngiya wê pir mezin hebû. Ev hevdîtinên  ji bo  rêbazên nû yên  çareserkirina aloziya di Rojhilata Navîn de û xwe bi rêvebirinê guhertinên pir mezin bi xwe re tîne. Pespektîfên Rêber Apo, nirxandinên wî daxwaziyê wî a demokrasiyê û wekheviyê êdî rengê rast yê çareseriyê dide nîşandan. Rastiyek e û tu kes nikare inkar bike ku perspektifên Rêber Apo kilîta çareserkirina pirisgirêka Rojhilata Navîn e."   'Li hember pergala zoriyê sekna jina azad bi ser ket'   Rozelîn balê dikşîne li ser tekoşîna berxwedêrên greva birçîbûnê û dibêje keda wan bi encam bû û wiha axaftina xwe domand: "Çalakiyên grevên birçîbûnê bi pêşengtiya jinekê dest pê kir û niha jî mirov dikare israra berxwedanê baş di şexsê van têkoşeran de binirxîne. Li hember zilim û zoriya dewleta Tir û pergala deshilatdariyê sekna jina azad  bi ser ket û belavê tevahî cîhanê bû. Di tevahî cîhanê de kesayetên wisa ne derketine, îro çalakvanên greva birçîbûnê ji mirinê jiyan afrandine bi ked û israr û têkoşîna xwe didomînin. Bi gelek rêbazan xwestin îradeye van berxwedêran bi dawî bibe ji girtin, işkence û her rêbazên dûrî ehlaq û nirxên mirovahiyê. Ji bo wê jî  dema mirov azadîxwaz be tu hêz nikare bandorê li ser vîna wî bike. Dewleta Tirk nikarîbû bi siyaseta xwe ya qirêj vê berxwedanê bi dawî bike."   'Piştî hilbijartinên Stenbolê  Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye'    Rozelîn di berdewamiya axaftina xwe de bal dikşînê ser krîza mezin a Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Hevdîtina herî dawî ya ku bi Rêber Apo  re hat çêkirin divê mirov baş bifikire. Ev hevdîtina ku hatiye çêkirin di wextekî de ye ku  dewleta Tirk krîzeke mezin dijî, piştî hilbijartinên ku li Tirkiyeyê hatin çêkirin û bajarekî wekî Stenbolê ji destê hikûmeta AKP'ê derket ev yek bi xwe krîzek bû. Şerê Tirkiyeyê jî hema bi tevahî li ser  pişta Stenbolê ye, ji ber Stenbol wekî peytexta aborî ya Tirkiyeyê tê binavkirin ev e xitmandinekê bi wan re dide çêkirin."   'Mudaxeleyên Tirkiyeyê aloziyê kûrtir dike'    Rozelînê da zanîn ku  tevî krîzên aborî yên hundirîn niha Tirkiye li herêmên derve jî krîzê dijî û wiha bi lêv kir: "Tevî krîzên hundirîn  yên Tirkiyê piştî mûdaxeleya wan li erdê Sûriyeyê, krîzên derve jî dijîn. Çêteyên ku di bin sîwana Tirkiyeyê de hatin perwerdekirin û şandina van herêman êdî rê li pêşiya aloziyên mezintir vekir. Niha Erdogan di navbera Emerîka û Rûsiyê de ye nema dizane çawa xwe ji tengaviyê xelas bike pêwîst e biryara xwe bide. Di demeke nêz de divê ku biryarên nû werin girtin pêkan e Îdlib were firotin ev yek ne dûr e ji ber Erdogan her carekê bazaran li ser erdê Sûriyeyê dike."   'Divê parlamentoyek azad li Sûriyeyê were avakirin'    Rozelîn ji bo encamnameyên hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hat çêkirin pêşeroja Sûriyeke azad dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di hevdîtina dawiyê ya ku bi Rêbertî re hat çêkirin Serokatî balkişan li ser Sûriyê, wekî em dizanin îro Sûrî jî di nava aloziyê de ye û heya niha tu riyên çareseriyê nehatine pejirandin. Sûrî bûye qada biryara dawîkirina şerê li Rojhilata Navîn ji bo wê jî çareseriyek pêwîst e. Ji xwe armanca Rêbertî jî ew e ku nerîneke hevbeş ji bo tevahî gelê sûriyê were pêşxistin. ji bo Sûriyeke azad ser bixwe wek gel bi hevre jiyan kirin ji  bo demokrasiyê pirojeye me ya xeta sêyemîn ne pirojeya parçekirinê ye ji bo demokrasiyê hatiye afrandin dive parlamentoyek Sûriyeke azad serbixwe  were avakirin û hemû gel tê de xwedî biryar be."