ROJEVA 19'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-19 09:00:00   *Endama Meclisa Jinê ya PYD'ê Rozelîn Bekir di derbarê nirxandina hevdîtina herî dawî ya ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat çêkirin û di nav de jî rewşa siyasî nirxand û got: "Perspektîfên Rêber Apo kilîda çareseriya kirîza tevahî  Rojhilata Navîn e, divê derfetên azad ji bo tevahî gelê Sûriyeyê were pêşxistin." DÎMEN HEYE   *Gulî Daşçi ya ku ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye, hat diyarkirin ku xwînê vedirêşe û êşê dijî. Gullî di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re wiha got: “Em bi hêvî ne, ez bawer dikim ku em ê biserkevin. Birçîbûn me nakuje, di esasê de dema xwedî li çalakiya me neyê derketin em ê bimrin.”   *Ardil Çeşme li girtîgeha Gebzeyê ji 30’ê Nîsanê de ye di rojiya mirinê de ye û di nivîsa ku şan de sedema ku ketiye roja mirinê wiha vegot: “Ez jinek Kurd, şoreşger, demokrat, ekolojîst im, ji ber vê nikarîbûm li dijî îşkencê bêdeng bimînim. Ez dixwazim bi Rêberê xwe re li welatê xwe bijîm. Hun li ku dijîn, ji bo mafê jiyanê yê me hûn jî bi piştevaniya xwwe nîşan bidin ku hûn dijîn. Bila tu kes mereq neke. Em ê teqez bi ser kevin.”   *Helbestkar Sultan Yarar ku pirtûka wê ya helbestê ya ‘Beyî te’ derket nirxand, diyar kir ku di pirtûkê de rastiya jinê pir zêde kiriye mijar, pirtûka wê ji pisgirêkên civakî, êş û kêfxweşiyan xwedî bûye. BI DÎMEN   *Jinên li meclîsê bendewariya xwe didomînin diyar kirin ku tevî daxuyaniya wezareta dadê ya wekê ‘qedeya li Îmraliyê rabûye’ pêngav nehatiye avêtin û got ger qedexe rabûye wê demê bila berdewama hevdîtinan bê, çima malbat û parêzer nikarin biçin? BI DÎMEN   *Yek ji parêzerên OHD’ê Ozum Vurgun der barê rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê de wiha got: “Girtî dema diçin doktor an jî hevdîtina parêzeran qursiya bi teker dixwazin lê nadin wan. Doktor êdî der barê rêveberiya girtîgehan de girtekan digirin.