Malbatê girtiyan bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' meş li dar xistin 2019-05-18 15:05:24   STENBOL - Çalakiya malbatên girtiyan ên li Bakirkoyê li gel astengiya polîsan dom kir. Malbatan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meş li dar xistin.    Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên rojiya mirinê û greva birçîbûnê didomin. Malbatên girtiyan îro jî berê xwe dan li ber Girtîgeha Bakirkoyê.  Malbatên girtiyan li ser E-5 Rêyaotoyê li rawestgehê hatin gel hev. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî da çalakiya malbatan.    Malbatên ku li ber rawestgehê kom bûn, bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku ji bo çalakiyan ne hewceye ku destûr bê girtin, tenê ji bo mîtîngan destûr tên girtin. Piştî demekî malbatan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" heta Qada Şîrînevlerê meşiyan.    'Gelo êdî mirovatî mirî ye'   Malbatên girtiyan li ber avahiya Rêxistina HDP'ê daxuyaniyek dan. Li ser navê dayikan Nesîbe Başaran, axivî û diyar kir ku divê guh bidin daxwazên girtiyan û wiha got: "Heta daxwazên girtiyan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. Me bikûjin jî em ê biçin li ber girtîgehê. Êdî bes e! Zarokên me dimirin. Em bi şîdeta polîsan re rû bi rû dimînin. Gelo mirovatî mirî ye?"