Hevdîtina Hûnera Şêwekariyê di qonaxa duyemîn de li Qamişloyê dest pê kir 2019-05-18 13:39:44   QAMIŞLO - Hevdîtina Hûnera Şêwekariyê di qonaxa duyemîn bi boneya roja 18'ê Gulanê li Qamişloyê dest pê kir.    Bi boneya 18'ê Gulanê roja berxwedêran bi dirûşma "Vîna welatê zeytûnan ji terora we bi hêztir e", bi pêşengtiya Desteya TEV-ÇAND'ê li herêma Cizîrê Hevdîtina Hûnera Şêwekariyê di qonaxa duyemîn li navenda Çand û Hûnera Mihemed Şêxo li Qamişloyê dest pê kir. Bi dehan Şêwekar û Endamên saziyên Rêveberiya xweser û sivîl beşdar bûn.   Projeya Hevdîtinê ji sê qonaxan pêk tê, ya 1'emîn bi navê Sampozyom e li Kantona Kobanê bû, ji 10 mehê heyanî 16’ê Gulanê hate li darxistin, di nav de 28 şêwekar beşdar bûn, ji wan 3 ji netewên Ereb û 12'e jin bûn, her wiha 35 tablo dane xêzkirin.    Qonaxa 2'emîn ya pêşangeha salane ya 4'emîn ku îro li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê dest pê kir, 77 şêwekar ji tevahî netewan beşdar bûn. Jê gelek jî jin in. Her wiha Şêwekarên ciwan û pispor jî berşdarî vê vekirinê bûn. Di 21'ê Gulanê dê bi dawî bibe lê lê wê tablo her li cihê xwe bin heta 28'ê Gulanê.   Hevdîtina Hûnera Şêwekariyê didome .