'Berxwedêr mizgîniya avakirina civakeke azad û polîtîk e' 2019-05-18 12:55:05   HESEKÊ - Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Cejna Berxwedêran Saziya Malbatên Şehîdan 12 berxwedêrên meha gulanê bi merasîmekê, bi bîr anî.    Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Cejna Berxwedêran, Saziya Malbatên Şehîdan  li Goristana Berxwedêrên Til Temirê, 12 berxwedêrên meha gulanê bi merasîmekê, bi bîr anî. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Paşê Hisên Selmo axivî û wiha got: "Ger îro şehîdan xaka welatê xwe bi xwîna xwe ya sor av nedana dê ji aliyê hêzên hegemonîk ve bihata dagirkirin. Şehîd ew in ku riyên tarî ji gelê şoreşger û azadîxwaz re ronî kirin. Em ê şopdarê şehîdên xwe bin da ku xewn û xeyalên wan pêk bînin."   Endama MLKP'ê Rûken Arif jî sersaxî ji malbatên berxwedêran re xwest û wiha dom kir: "Dema ku mirov bixwaze wêrekî û lehengiya şervanên azadiyê,vebêje ziman pûç dibe ji ber gotin jî nikare berxwedaniya wan lehengan rave bike."   Her wiha Endamê Rêveberiya PYD'ê Mihemed Seyîd Şêxmûs jî 18'ê Gulanê li dayikên berxwedêran pîroz kir û wiha got: "Bi ked û xwîna şehîdan îro welatê me ji dagirkeran hate rizgarkirin. Şehîda civakeke azad û polîtîk ava kirin."   Merasîm bi silavkirina malbatên berxwedêran bi dawî bû.