Hacer a di greva birçîbûnê de ye: Ev bawerî wê serkeftinê bîne 2019-05-18 09:12:08   Berîtan Canozer   AMED - Hacer Xelîl Yusuf ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 154 roje di greva birçîbûnê de ye, biryara xwe ya di çalakiyê de carek din anî ziman û wiha got: “Em ji her demê zêdetir xwedî bawerî ne. Ev baweriya me wê serkeftinê bîne. Em pêngav bi pêngav diçin azadiyê. Em zarokên dayikên berxwedêr in.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 192’emîn de ye. Her wiha li girtîgehan jî grev didome û çalakiyê asta krîtîk derbas kiriye.   Hacer Xelîl Yusuf ku 25 sal e girtiye û niha li girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne, di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi grevê kir û di roja 154’emîn de greva wê didome. Hacerê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re banga mezinbûna berxwedanê kir.   Hacerê bi hevkariya malbata xwe ev peyam şand:   “Hevalên di grevê de yên di rojiya mirinê de hene. Em vê ne wek rojiya mirinê, wek rojiya jiyanê dibînin. Em hemû hevalên xwe yên di rojiya mirinê de silav dikin. Em hevalên xwe yên berxwedêr silav dikin. Tu kes nikare biryarên kesên din lêpirsîn bike. Me biryar da û em heta dawî wisa dibînin. Em ê destur nedin ku kes çalakiya me vala derxîne. Me eleqeder nake ku kî qebûl dike an na. Em ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ne. Armanca me şikandina tecrîdê ye.   ‘Ev bawerî wê bibe serkeftinê’   Rewşa me baş e, pisgirêka me tune ye, moralê me baş e. Bêguman bedena ku bi rojan birçiye westandiye û hinek nerehetî hene. Hinek heval vê pêvajoyê girantir derbas dikin. Rewşa wan krîtîk e. Em ji mirinê narevin. Hewce be em ê şehîd bikevin. Me çawa bi bawerî dest pê kir em ê bi bawerî berdewam bikin. Em bawerin ku wê tecrîd bişkê. Em bi vê baweriyê bi ser kevin.   ‘Berxwedana dayikan bandorê li zindanan dike’   Berxwedana dayikan li her derê belav bû. Em dayikên xwe silav dikin û destê wan maçî dikin. Me gotibû, ancax wê dayikên me li pişta me bin. Wê berxwedanê bilind bikin. Wisa jî bû. Dayikên me li her derê rastî êrîşan tên.  Lê şûnde gavê navêjin. Berxwedana wan bandorê li zindanan jî dike. Em ji vir hîs dikin. Em zarokên dayikên berxwedêr. Demek kurt ji serkeftina me re maye. Bila her kes bizane. Yên xwedî li vê pêvajoyê dernakevin wê di bin vê berxwedanê de bimînin.”