Semra Guzel: Tu kes nikare li pêşberî berxwedana gel bisekine 2019-05-18 09:04:51   Bêrîtan Canozer   AMED - Semra Guzel ya HDP’î diyar kir ku dewlet bi hinek manevrayan hewl dide berxwedana girtî û dayikan bişkîne û wiha got: “Dayik her roj tên dorpêçkirin û çalakiya wan tê astengkirin. Ya li dayikan pêk tê pêkanîna tecrîdê ye. Divê ev baş bê zanîn; Tu kes nikare li pêşberî berxwedana gel bisekine.Em dikarin bi berxwedana xwe ewil tecrîdê bişkînin û piştre aştiyê bînin welat.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 192’emîn de ye. Her wiha li girtîgehan jî grev didome û rewşa girtiyên ku di dîrokên cuda de ketine grevê krîtîk e. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê 8 sal şûnde bi muvekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2’ê Gulanê de hevdîtinek pêk anîn û Abdullah Ocalan ji bo muzakera demokratîk bang kiribû. Nîqaşên derbarê hevdîtinê didomin û rojek berê wezîrê dadê Abdulhamît Gul daxuyaniyek da û diyar kir ku qedexeya li Îmrariyê hatiye rakirin.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, hevdîtina parêzeran pêk aniye û berxwedana grevên birçîbûnê nirxand.   ‘Grevên birçîbûnê zelal in’   Semrayê destnîşan kir ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin 6 meh in didomin û wiha got: “Çalakiyên greva birçîbûnê yên piştî Leylayê li girtîgehan ji aliyê hezaran girtî ve hat destpêkirin didome. Daxwazên grevê zelal in. Bila hikûmet li gorî destûra bingehîn tev bigere û tecrîd bi dawî be. Girtî dixwazin ji mafên xwe fêdeyê bigirin. Li Îmraliyê polîtîkayek tecrîdê bi salan didome heye. Tecrîda li Îmraliyê li civakê belav bûye. Girtî dixwazin tecrîd rabe.”   ‘Xwestin berxwedana hemû girtî û dayikan bişkînin’   Semrayê wiha diêjî da axaftina xwe: “Dewleta ku dît ev berxwedan didome, ji bo berxwedanê bişkîne serî li hinek manevrayan da. Ji malbatê Mehmet Ocalan hevdîtinek kurt ya 15 deqeyî pêk anîbû, di 2016’an de jî rewşek wisa hat jiyîn. Piştî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê Leyla Guven hat tahliyekirin. Bi hevdîtina parêzeran jî hewl dan civakê îqna bikin. Bi van xwestin berxwedana zindanan û dayikan bişkînin.”   ‘Em naxwazin bibin şahidê mirinan’   Semrayê bi lêv kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li her derê deng daye û wiha pê de çû: “Hevdîtina saetekê jî nîşan da ku hewcedariya welat bi aştî û demokrasiyê heye. Ger ev hevdîtin pêk bên wê aştî jî pêkan be. Beriya vê hevdîtinê komek ketin rojiya mirinê û piştî hevdîtinên komek din jî ket rojiya mirinê. Neçareserî bidome wê agahiyên mirinan bên. Em kes naxwazin bibin şahidê van mirinan. Di rojiyên mirinê de rewşa girtiyan pir krîtîk e. Girtiyên di grevê de jî wisa ne. Girtî diyar dikin ku heta tecrîd bi giştî ranebe wê şûnde gavê navêjin.   ‘Parka Koşuyolu bi hefteyan e di bin dorpêçê de ye’   Semrayê destnîşan kir ku dayik ji bo dengê girtiyan bidin bihîstin bi hefteyane li kolanan berxwe didin û got: "Êrîşî dayikên ku aştiyê dixwazin jî dikin. Çalakiya dayikan her roj tê astengkirin. Dayik tên dorpêçkirin. Ya li dayikan pêk tê jî tecrîd e. Parka Koşuyolu bi hefteyane di bin dorpêçê de ye. Dayik ji bo zarokên xwe dadikevin kolanan. Lê tên derbkirin. Ev berxwedan ne tenê ya girtiyan û dayikan e. Îro tecrîd li ser hemû civakê pêk tê. Tecrîd pirsgirêkek civakî ye. Ji ber vê divê hemû civak bi hişmend tev bigerin."