‘Gelê Kurd wê kesên li mala xwe rûniştine ji bîr neke’ 2019-05-18 09:03:00   AMED - Zeypnep Sîpçîk a li Girtîgeha Sîncanê girtiye di roja 79’emîn de greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Xecê Sîpçîk wiha got: "Îro Parka Koşuyolu jî di bin tecrîdê de ye. Lê em ê bi ser kevin. Ez bawer dikim. Wê tecrîd rabe, berxwedana zarokên me qezenc bikin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 192’emîn de ye. Her wiha li girtîgehan jî grev didome û çalakiyê asta krîtîk derbas kiriye. Koma ewil di roja 154’emîn de ye û çalakiya koma ewil a ketiye rojiya mirinê jî di roja 19’emîn de ye.   Hevşaredara Kerboranê ya Mêrdînê Zeynep Sîpçîk jî li girtîgeha jinan a Sîncanê ji 1’ê Adarê de girtiye.   ‘Îradeya gel hat girtin’    Dayika wê Xecê Sîpçîk bi lêv kir ku zextên li ser girtiyan zêde bûne û xwê, şekir û dew nadin girtiyan û wiha pê de çû: “Girtî bi biryar in. Rewşa Zeynebê niha baş e. Yên beriya wê ketine grevê rewşa wan krîtîk e. Xwînê vedirêşin. Di her hevdîtinê de Zeynep dibêje ‘tiştekî bikin, roj ne roja rûniştinê ye, em ê tecrîdê bişkînin, azad bibin’. Zeynep dema hevşaredar bû bi awayekî dijhiqûqî hat girtin.”   ‘Parka Koşuyolu jî di girevê de ye’   Xecê daxuyakirin ku ji bo şikandina tecrîdê divê berxwedan bê mezinkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu dayik naxwaze zarokên wan bimirin. Divê hikumet daxwazan li ber çavan bigire. Ev daxwazeke mafdar e. Divê tecrîd rabe, bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Îro li qadan tecrîd li ser me pêk tê. Parka Koşuyolu niha tecrîdkiriye. Divê ev polîtîka bi dawî bin.”   ‘Wê berxwedana zarokên me bi ser keve’   Xecê destnîşan kir ku dayik wê şûnde gavê navêjin û wiha dawî lê anî: “Ez ne tenê ji bo keça xwe ji bo hemû ciwanên Kurd derdikevim kolanê. Ez li dijî zilma dewletê derdikevim kolanê. Ev ne tenê berpirsyariya dayikan e. Divê îro her kes dakeve kolanan, gotina xwe bêje. Her kes ditirse deng nade zindanan. Mirov dimirin, bedenên ciwan dihelin. Tecrîd wê rabe, berxwedan wê bi ser keve, lê hem dîrok hem jî gelê Kurd kesên li mala xwe rûniştin û temaşe kirin wê ji bîr neke. Bila ew jî vê bizanin.”