Dayikên girtiyan li Amedê li gel astengiyan çalakiya xwe pêk anîn 2019-05-17 15:46:20   AMED - 17 roj in dayikên girtiyan li dijî tecrîdê û ji bo pişgiriya rojiya mirinê û greva birçîbûnê li qadan berxwedidin. Îro jî dayik li gel astengiya polîsan çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn.    17 roj in dayikên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê di nav çalakiyan de nin. Îro jî çalakiya dayikan bi astengiya polîsan re rû bi rû ma. Lê dayikên girtiyan li gel astengiya polîsan, li ber Fabrîqaya Ard ya li hemberî Parka Koşuyoluyê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz, Remziye Tosun, Feleknas Uca, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan û rêveberên HDP'ê û DBP'ê, Hevşaredar Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan jî tevlî çalakiya dayikan bûn. Çalakiya dayikên girtiyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Amed ranezê xwedî li zindanan derkeve” dest pê kir.    Polîsan 17 rojin li hemberî çapemeniyê jî astengî derdixin û nahelîn çapemenî karê xwe bikin. Li hemberî astengiya polîsan Feleknas Uca bertek nîşanî polîsan da. Îro di çalakiyê de polîsan mêran li derveyî çalakiyê hişt. Piştî çalakiya rûniştinê ya ku seatek dom kir dayikan xwestin bimeşin. Li gel astengiya polîsan dayikan bi biryarî dest bi meşê kirin. Her wiha dîsa nehiştin çapemenî dîmenên çalakiyê bikişînin.    Di meşê de polîsan xwest ciwanek binçav bike lê bi hewldana dayik û parlamenteran ciwan serbest hat berdan. Dayikên girtiyan piştî çalakiya rûniştinê bi meşê berê xwe dan avahiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER). Li vir Mehmet Arslan daxuyaniyek da û bal kişand ser gav neavêtina hikûmetê û wiha got: "Li hemberî dayikan êrîşeke tund pêk tê. Îro dayik û rêhevalên me yên li zindanan di nav berxwedanê de nin. Li hemberî berxwedanê îktîdara AKP'ê bêhestiyar tevdigerin. Duh Wezîrê Dadê diyar kir ku qedexeya hevdîtinê hatiye rakirin lê nihajî qedexe didomin."   Aysel Ateş, destnîşan kir ku 3 meh in li qadan di nav çalakiyan de nin û wiha axivî: "Em ji bo mirin pêk neyê li ber xwe didin. Em her tim bi tacîza polîsan re rû bi rû dimînin. Bila kesek li ser zarokên me siyasetê neke. Wezareta Dadê dixwaze me bixapîne lê em wî tiştî qebûl nakin. Em ji çareseriyê re jî û ji mirinê re jî amade ne."   Çalakiya dayikên girtiyan bi dirûşmeyan bi dawî bû.