Şaredariya Licê deynê qeyûm aşkera kir 2019-05-17 12:35:15   AMED - Şaredariya Liceyê deynê ku Qeyûme Şaredariya Lice li pey xwe hiştiye bi lîsteyekê bi avahiya şaredariyê ve daliqandin. Di lîsteyê de destnîşan dikin ku Qeyûm 7 milyon û 536 hezar TL pereyê qasê tev xerç kiriye û li pey xwe 3 milyon û 586 hezar TL deyn li pey xwehiştiye.    HDP'ê di hilbjartina 31'ê Adarê de şaredariya Lice ku qeyûm tayîn kiribû dîsa paşve stend. Şaredariyê îcaratên Qeyûm bi pankartekê bi avahiya şaredaryê ve daliqand. Wezirê Karên Hundir di di Sibata 2017'an de qeyûm tayînî şaredariyê kir. Qeymeqam û qeyûm Sinan Başak, tayîna wî derket û li şûna wî di Gulana 2018'an de Qeymeqam Abdulkadir Çelik hat ser karê şaredariyê. Qeyûm 7 milyon û 536 hezar û 517 pereyê qasê yê serdema DBP'ê tev xerç kir û li şûna wê 3 milyon û 586 hezar deyn hişt. Hevşaredar Tarik Mercan û Ruken Yılmaz yên di 15'ê nîsanê de şaredarî dewir girtin, diyar kirin ku qeyûm li pey xwe 3 milyon 586 hezar û 824,10 tl deyn hiştiye.