Berxwedêrên greva birçîbûnê Zelal Fîdan: Çalakiya me ne vala ye, hûn jî bawer bikin 2019-05-17 09:24:26   Rengîn Azîzoglu   AMED - Zelal Fîdan li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Urmiye Fîdan da zanîn ku bi rakirina tecrîdê wê aştî bê û wiha got: “Zarokên me gotin ‘çalakiya me ne vala ye, hûn jî bawer bikin’. Baweriya me bi zarokên me tam e.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, da destpêkirin bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome. Ji 30’ê Nîsanê de 15 kesên ketin rojiya mirinê di roja 18’emîn de çalakiya xwe didomînin. Ji 10’ê gulanê de jî komek din dest bi rojiya mirinê kir. Zelal Fîdan ya di 1994’an de hatiye dinê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji 1’ê Adarê de greva xwe didomîne. Xwendekara zanîngeha Dîcleyê ya beşa hiqûqê Zelal bi hinceta tevlî çalakiyê bûye der barê wê de doz hat vekirin û 7 sal ceza lê hat birîn. Zelal 2 sale girtiye û di roja 78’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ye.   ‘Bi her kesî re eleqeder bû’   Urmiye Fîdan destnîşan kir ku Zelal kesek fedekar bûye û li Muglayê Beşa PDR’ê xwendiye û zext û faşîzma li wir qebûl nekiriye û dîsa ketiye ezmûnê Fakulteya Hiqûqê qezenc kiriye. Urmiyeyê ev tişt anî ziman: “Biçûk bû dixwest hiqûqê bixwîne. Digot ez ê bikevim doza Qirkirina Ermeniyan. Di rihê mirovan de hebe ji xwe heye. Bi hestiyar bû. Ji hevalên xwe hez dikir. Niha di greva birçîbûnê de ye.”   ‘Daxwaza zarokên me daxwazeke mafdar e’   Urmiyeyê daxuyakirin ku Zelal di 1’ê adarê de ketiye grevê û wiha got: “Di telefonê de ji bavê xwe re got ‘ji bo tecrîd bê rakirin ketine grevê’. Bavê wê hat mal ji min re got. Wê şevê mîvanên me hebûn. Me gelek xwarin çêkiribûn. Tiştek di qirika me de derbas nebû. Ez piştgiriyê didim çalakiya keça xwe. Daxwaza zarokên me daxwaza mafdar e. Tecrîd li ser her kesî pêk tê. Bi rabûna tecrîdê wê her kes rehet bike. Wê aştî bê. Di vê têkoşînê de bi hezaran ciwanî jiyana xwe ji dest da.”   Urmiyeyê bi lêv kir ku ew her hefte diçin hevdîtinê û wiha got: “Em li malê wê difikirin, lê em diçin hevdîtinê ew moral didin me. Gelek kîlo daye. Mirov xemgîn dibin. Birçîbûn zehmete. Evîn Kaya rewşa wê qet ne başe. Bi tena serê xwe nikare bimeşe. Rewşa wan nebaş e lê tevî vê bi moral in”   Urmiyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku baweriya wan bi zarokên wan tam e, lê li derve dinêrin ji vê bêdengiyê ditirsin û wiha got: “Kes nabêje evqas kes birçîne, em tiştekî bikin.’ Têkoşîn tenê li ser milê dayikan maye. Li wan jî zilmê pêk tînin. Ew dayik vê pêkanînê heq nakin. Zarokên me ji bo ev zilm rabe têdikoşin. Divê dewlet vê bibîne û pêngavê bavêje.”