Zeynep Kuray hat binçavkirin: Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin 2019-05-17 09:18:31   Safiye Alagaş    STENBOL - Rojnameger Zeynep Kuray ku dema çalakiyên ji bo greva birçîbûnê pêk dihatin dişopand hat binçavkirin, wiha got: “Em ji ber rojnamegerên ku wek memurên dewletê dixebitin hatine vê rewşê. Ji ber ku em rastiyan dinivîsin hedef tên girtin."   Li gelek bajaran malbat ji bo balê bikşînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, li ber xwe didin. Bi hinceta çalakî qedexene malbat tên astengkirin, tevî şîdet û binçavkirinê ji ber girtîgehan naçin. Her wiha rojnamegerên tevlî çalakiyan dibin jî dîmenên wan tên paqijkirin, dest didin ser qertên kamera,  kamera, wênekêşên wan. Di 10’ê gulanê de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoy dîsa çalakî pêk hat û di nav de rojnameger Îrfan Tuncçelîk û Zeynep Kuray jî heye 41 kes hatin binçavkirin û 40 kes bi şerta kontrola edlî hat berdan. Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Haci Ogîş bi hinceta parvekirinên civakî hat girtin.   Rojnameger Zeynep Kuray ku dema nûçe dişopand hat binçavkirin diyar kir ku wê tenê çalakî dişopand û wiha got: “Çalakgeran rewş ji gel re vedigotin. Onluk li xwe kiribûn û derxistin. Çalakî bidawî bû. Polîs hatin. Beyî anons porê jinan kişandin. Me got em çapemenî ne, gotin ‘em ê bibînin hûn çapemenîne an na’. Piştre em hemû binaçvkirin.”   ‘Tazî lêgerîn kirin’   Zeynebê bi lêv kir ku bi hinceta li şaxa ewlehiyê nezaretxane tunebûye ew birine nezaratxaneya şaxa TEM’ê û ev tişt vegot: “Li gelek jinan lêgerîna tazî ferz kiribûn. Ewil ez birim nezaretxaneya dayikan. Dayikên ez dîtim, hembêz kirim û gotin lêgerîna tazî ferz kirine. Jinen reglî bibû. Me peçete xwest. Lê nedan. Me nîqaş kir. Derî vekirin û bi ser mede hatin. Ez bi zor ji nezaretxaneyê derxistim. Ez derb kirim. Ez birim nezaretxaneya yek kesî. Piştî îfadeyan em dîsa birin nezaretxaneya berê. Roja em ê derxistibana edliyeyê bi awayekî kêfî dema binçavkirinê dirêj kirin.”   ‘Strana ‘ez bimrim Tirkiye’ bi me dan guhdarkirin’   Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevala Evîn dengê wê xweş bû ji bo moral bi kurdî stranek striya. Dayikan tilîlî kişandin. Her kesî hewl dida moral bidin hev. Polîsekî got hûn bêdeng nebin em ê muzîkê biwe bidin guhdarkirin. Piştî vê heta derengiya şevê strana ‘Ez bimrim Tirkiye’ dan guhdarkirin. Me bertek nîşan da û wan jî dijûnên zayendperest kirin.”   ‘Em ê nivîsandina rastiyan berdewam bikin’   Zeynebê destnîşan kir ku bi qedexeya derketina derveyê welat û hefteyê du rojan avêtina îmzeyan hatiye berdan û wiha pê de çû: “Qertên telefon, kompîtur, wênekêş û çapemeniyê desteserkirin. Bi vê xespê dibêjin ‘madem hûn nehatin girtin hûnê karê xwe jî nekin’. Dixwazin çapemeniya azad biçewisînin lê bila baş bizanin ku em ê heta dawî rastiyan binivîsin. Ji ber rojnamegerên wek karmend dixebitin, em di vê rewşê de ne. Ji ber em rastiyan dinivîsin. Ji ber rastî tên nivîsîn em hedef tên girtin.”   'Tu li ku dixebitî'   Îrfan jî balkişand ser binçavikrinê û got roja bûyerê malbat ji bo çalakiya runiştinê berbi girtîgehê ve meşiyan û beyî polîs hişyariyê bike ji bo mudaxaleyê anons kiriye û wiha pê de çû: “Hemû malbat, dayik binçavkirin. Min nûçe dişopand. Min dîmen kişand. Ez jî binçavkirim. Min got ez rojnamegerim. Gotin ‘tu li ku dixebitî’. Min jî got Ajansa Mezopotamyayê. Gotinên wekê ‘ajansek wisa heye? Tu ajansî, hema vî kesî bigirin derveyê welat bikin’ anî ziman. Bi awayekî berovajî destê min kelepçe kirin. Em birin Midûriyeta Ewlehiya Vatanê. Dayikan roja dayikan di nezaretxaneyê de derbas kir.”