Ciwanên Hesekê ji bo rakirina tecrîdê meşiyan 2019-05-17 08:43:16   HESEKE - Ciwanên Hesekê ji bo rakirina Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike meşek meşaleyî li dar xistin.   Bi boneya rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û piştevaniya çalakiya grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û rojiyên mirinê yên li zindanan berdewam dikin ciwanên Hesekê meşek meşaleyî pê kanîn. Meşê ji çerxerêya Taxa Miftiya bajêr dest pê kir heta ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meşiyan. Meşa ku bi rêzgirtinê dest pê kir, her ku nava bajêr re derbas bû tenê ne ciwan gelek welatî jî beşdar bûn. Ciwanan pankarta “Li hemberî tecrîdê bê deng nemîne, di rêya berxwedanê de bimeşe” û alayên YCR’ê rakirin.    Di meşê de diruşmên weke “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.   Li ber avahiya Çand û Hunerê Hevserokê Navenda Ciwanên Hesekê Mihemed Fîdan girêdayî tecrîdê û armanca meşa wan nirxandin kir.   Meş bi diruşmên “Na ji tecrîda ser Rêber Apo re” û “Na ji bêdengiyê re” bi dawî bû.