Malbatên ku ji Nisêbînê bang kirin: Divê daxwaz bên qebûlkirin 2019-05-16 17:01:31   MÊRDÎN - Xizmên girtiyan ên ku li Nisêbînê hat gel hevdu anîn ziman ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne rewa ye û divê bê qebûlkirin.    Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xizmên girtiyan li li ber avahiya HDP'ê ya Nisêbînê hatin gel hevdu û daxuyanî dan.    Xizmên girtiyan ên ku li Nisêbînê hat gel hevdu anîn ziman ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne rewa ye û divê bê qebûlkirin. Parlamentera    HDP'ê Ebru Gunay jî beşdarî daxuyaniyê bû.    'Divê daxwaz demildest bên qebûlkirin'   Ebrû Gunay ser navê malbatan axivî û got:"Em îro bi Dayikên Aştiyê û bi malbatên girtiyan re ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê kom bûn. Mafê    jiyanê pîroz e. Loma peywirek mezin dikeve ser milê me. Em li vir bang li rayedaran dikin û dibêji ku li girtîgehê 7 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo êdî    dilê dayikan neşewite divê daxwazên girtiyên bê cih."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.