Parêzer Raziye Turgut: Ji serlêdana me ya ji bo Îmraliyê bersîv nehatiye dayîn 2019-05-16 16:50:47   STENBOL - Parêzerê Buryroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Turgut diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ya derbarê hevîdtina Abdullah Ocalan bi parêzerên wî re nirxandin kir: " Di 22'yê Nîsanê de ji me re hatibû ragihandin ku biryara qedexeya li ser hevdîtinê hatiye rakirin. Lê hevdîtina duyemîn nehat kirin û ji serlêdana me re jî tu bersîv nehat dayîn. "    Wezrîrê Dadê Abdulhamît Gul, a derbarê hevdtîna Abdullah Ocalan bi parêzerên wî re daxuyanî da û got ku qedexeya hevîdtinê hatiye rakirin. Parêzerê Buryroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Turgut derbarê daxuyaniyê de ji ajansa me re nirxandin kir û wiha got: "Di 22'yê Nîsanê de ji me re hatibû ragihandin ku biryara qedexeya li ser hevdîtinê hatiye rakirin. Ji ber vê jî daxuyaniya wezîrê dadê têkildarî veê ye. Biryara qedexeya ku hatiye rakirin tê zanîn."   Raziye di berdewamiyê de wiha got: "Tu hevdîtin nehat kirin, bersîv jî ji serlêdanên me kirin re nehat dayîn. Em ê derbarê mijarê de di saetên pêş de daxuyaniyekê bidin."