Malbatên girtiyan: Daxwaza me tecrîd bi dawî bibe 2019-05-16 15:39:45   KOCAELÎ - Malbatên Girtiyan ku ev 38 roj e dixwazin li ber Girtîgeha Gebzeyê daxuyaniyê didin û ji aliyê polîsan ve tên astengikirin  diyar kirin ku daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û rêya çareseriyê Îmralî ye.    Çalakiya xizmên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne 38 roj in li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya piştevaniyê li dar dixin. Çalakiya malbatan di roja 38'emîn de jî berdewam kir.  Malbatên ku li ber avahiya HDP'ê ya Gebzeyê kom bûn, ji bo biçin ber girtîgehê li wesayitan siwar bûn. Rêya wesayitan ji aliyê polîsan ve hat giritn û malbatên ji wesayitan peya bûn bi meşê ber bi girtîehê ve meşiyan.    Polîsan heqaret li malbatan kir   Malbatên ku carek din rêya wan ji aliyê polîsan ve hat girtin bertek nîşan dan û gotin;"Em ji bo zarokên xwe li vir in, em ê rûnên û em zerarê nadin kesekî." Polîsên ku heqeret li malbatan kirin gotin; "Terorîst! Em her roj bi we mijûl dibin û hûn biçin bila Abdullah Ocalan bê."   Malbatên ku hatin dorpêçkirin li gel hemû zextan ji qadê veneqetiyan.  Malbatên ku demekê li qadê rawestiyan gotin;"Hun me bikujin jî, em ê bên û hûn nikarin heqretê li me bikin." polîs malbat derb kirin û bi darê zorê li wesayitan siwar kirin.    Malbatan diyar kir ku ew ê sibe dîsa bên û ji qadê veqetiyan.    Aileler yarın yine geleceklerini belirterek, alandan uzaklaştı.    Malbatên ku hatin Avahiya HDP'ê ya Gebzeyê daxuyanîdan. Dayika girtiya bi navê Hatîce Calîhan ku ji 1'ê Adarê de di grevê de ye Zeynep Calihan axivî û wiha got: "Zarokên me dimirin. Em wekî dayik naxwazin zarokên me bimirin."   'Heta tecrîd rabe em ê çalakiya xwe bidomînin'   Dayika Ozlem Soyler a ku li girtîgeha Gebzeyê 152 roj e di grevê de ye jî wiha got: "Keça min nexweş e hetiyên wê diêşin em dixwazin tecrîd rabe."