Ji bo Şardariya Nisêbînê ji Qeymeqamiyê ferman: Wê 2 polîs nobetê bigirin 2019-05-16 13:19:43   MÊRDÎN - Di agahdarnameya ku ji aliyê Qeymeqamtiya Nisêbînê ve ji Şardariya Nisêbînê re hat şandin de hat diyarkirin ku wê 2 polîs li ber şaredariyê nobetê bigirin.  Hevşaredaran bertek nîşanî helwesta qemeqam dan û  gotin ku ewê îtîraz bikin   Bi belgeya veşarî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji hatibû xwesin ku bila cizaz X- ray bê bikaranînû dîwarê ewlehiyê ji şardariyan re bê lêkirin. Bi vê biryarê re di rojên boarî de polîsên ku hatin şaredariyê xwestin ku cihazê X-ray bi cih bikin. Polîsên ku agahdarname li gel wan tune bû rastî bertekên hevşaredaran hatin û ji şaredariyê  veqetiyabûn. Polîsên ku ji şaredariyê veqetiyan careke din dîsa hatin û bi agahdarnameya di destên xwe de ji hevşaredaran re ragihandin ku wê ji îro û şûn de 2 polîs li ber şaredariyê nobetê bigirin.     Wê şaredar ji bo vê biryara hatiye girtin îtîraz bikin.