Jinên Hêrema Federal a Kurdistanê: Divê jin di Wezareta Dadê de cih bigirin 2019-05-16 10:43:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji wezaretên ku jin daxwaz dikin têda cihê xwe bigrin Wezareta Dadê ye. Koma bi navê Wekheviya Jin û Zilam di Kabîney Nû de diyar dikin ku ger jin di vê wezaretê de cihê xwe bigrin, wê karek baştir bikin û wiha hat gotin: "Di pêşerojê de dixwazin pergala hevserokatiyê jî li Başûrê Kurdistanê pratîze bikin"   Di 29'ê nîsana îsal de li Otêla Çarçira ya li Hewlêrê Koma Wekheviya Jin û Zilam di Kabîneya Nû de hat avakirin. Ev kom ji jimarek jinên ku di warê mafên jinan de kardikin, nûnerên rêxistinan, kesayetên siyasî û jinên akademisyen pêk tê. Komê li Hewlêrê civînek ya çapemeniyê li darxist û daxwaz kirin ku mîna parlamentoyê rêjeya ji sedî 30 ya jinan di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de jî cihê xwe bigire.   Ji endama komê Jîno Mihemed ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku koma jinan niha li li Silêmaniyeyê kar û civînên xwe berdewam dikin û wiha got: "Her wiha ger pêwîst bike ew ê carek din çalakiyên xwe li Hewlêrê berdewam bikin. Ew ê şandeyek ji koma jinan ava bikin û biçin serdana partiyên siyasî. Ji bo bicîhanîna daxwazên wan. Nêzîkatiyên partiyên siyasî me dixe nav fikaran. Rêxistinên li Başûr naxwazin jin di meqamên biryardayînê de cihê xwe bigrin."    'Divê jin bi xwe pêngavan bavêje'   Jîno destnîşan kir ku divê jin xwe bi xwe pêngavan bavêjin, piştgiriya hevdû bikin û li benda rêxistinan nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Koma Wekheviya Jin û Zilam di Kabîneya Nû de herî zêde daxwaz dikin ku di kabîneya nû ya hikûmetê de cihê xwe di nava desthilata dadweriyê de bigirin. Hinek dadwerên jin yên baş hene ku ji ber rê pê nayên dayîn di warê dadweriyê de karbikin yan jî rolê xwe bilîzin û qanûnê bicîhbînin, dawî li karê xwe anîne."   'Sûdê ji ezmûna jinên Rojava bigirin'   Jîno daxuyand ku ger rê li ber jinan bê vekirin jin dê cih xwe bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin dikarin bandoreke mezin çêkin û vê pergalê biguherînin. Ger xwestekên wan neyên pêkanîn wê  helwestên wan yên din jî hebin. Ew ê di rojên pêş de peywendî li gel jinên Rojava daynin ji bo ku sûdê ji ezmûna wana werbigrin û pergala hevserokatiyê derbazî Başûrê Kurdistanê jî bikin."