Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşîn 2019-05-16 09:35:39   Zeynep Durgut   WAN - Dayika Samî Geylanî yê ku 108 rojin li Girtîgeha Kayseriyê di greva birçîbûnê de ye Gulşen Geylanî, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: "‘Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin em ê her tim di nav têkoşînê de bin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 190'an de berdewam dike. Greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan jî didome û 30 girtiyan ji di rojiya mirinê de ne. Dayika Samî Geylanî yê ku 108 rojin li Girtîgeha Kayseriyê di greva birçîbûnê de ye Gulşen Geylanî bal kişand ser greva birçîbûnê.   'Kurê min bi moral bû'    Gulşen di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina bi kurê xwe re û wiha axivî: "Kurê min pir bi moral bû. Kurê min di sala 2017’an de jî 70 rojan ket greva birçîbûnê. Di wê demê de daxwazên wan çî bûn, niha ji bi heman daxwazê 108 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ez di 4’ê nîsanê de çûm hevdîtinê moralê wî pir baş bû. Lê rewşa wî ya tendûristiyê nebaş bû. Rewşa wan gihiştiye asta xetere yê. Ev zilm nayê qebûl kirin. Em bang li tevahiya cîhanê dikîn ku li dijî vê zilmê û bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Kesên ku dibêjin em xwedî li wijdanîn divê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin."   ‘Di vê daxwazên girtiyan bên qebûl kirin'    Gulşenê di axaftina xwe de qala çalakiya li girtîgehan kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Serkeftina berxwedana zindanan nêz e. Ev bi salane li ser gelê kurd tecrît pêk tê. Ji bo bi dawîkirina vê tecrîtê zarokên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev daxwaz ji bo aştiya Tirkiyeyê û azadiya Gelê Kurd tê xwestin. Qebûlkirina daxwazan ewqas ne zehmet e."   ‘Ji bo zarokên xwe ber xwe bidin'    Gulşenê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan kir  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kezeba tu kesî qasî ya dayikan naşewite. Em dayik êdî seatan hejmêrîn, hûn rojan dimêjerin. Derbasbûyina her seatekî dereng bûyine û nêzîkbûna mirinê ye. Dereng nemînin û nebin şirîkên mirinan. Hêzên navnetewî çima bêdengin? Ew kesên ku niha xwe bêdeng dikin, wê roj bê ew ê dadgehan de bên darizandin. Em dayik dê ji bo zarokên xwe berxwe bidîn. Tenê daxwaziyek me heye û em ê ji bo we daxwaziyê têbikoşîn."