ROJEVA 16'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-16 09:00:00   *Di cîhanê de mizgîniya herî xweş zarok in. Di kolanên bajaran de û li ser bênderên gundan qerbalixaya wan, kenê wan û leyistokên wan dilê mirovan rehet dike. Zarok mizgîniya herî mezin a cîhanê ne. Di perwerdekirina civakê de zarok bingeh in. Ji bo avakirina kesayetên rast û dirust pêwîstî bi perwerdeya zarokan heye. Zarok hestiyar in, her li jiyanê bi xweşikbûnê mêze dikin. Gelek caran jî em çîrokên zarokan di nava şeran de dibihîzin. Di şeran  de yên ku herî bêtir zerarê dibînin zarok in. Ew nizanin çima şer diqewime, yan jî dê çawa bi dawî bibe, lê  herî zêde jî ew para xwe ji şer digirin. JI PÊNÛSA JINAN   *Endama Beşa Ekolojîk a Şaredariya Gel a Hesekê Hemdiya Hisên derbarê zirarên ku digihêjin zeviyan hişyarî kir û got:"Divê gel zeviyên xwe neşewitînin û li dijî gihayên ku zirarê dide teneyan tedbîra xwe bigirin." DÎMEN HEYE   *Dirûnxaneya Newroz a Taxa Nasra bi keda jinan a hevpar mezin bûye û berhemê xwe gihandiye gelek deverên din ên Rojava. Jinên ku li dirûnxaneyê dixebitin dibêjin:"Em gelek kêfxweş in ku bi keda destên xwe li ser piyan dimînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di warê aboriyê de xwe pêş bixin." DÎMEN HEYE   *Di derbarê bûyerê qetilkirina jinan de jinên Hesekê gotin : "Em parêzvanê jinan in. Bila hemû jinên rastî şidetê tên serî li navenda Kongra Star bidin. Em ê li wan xwedî derkevin û biparêzin. "  DÎMEN HEYE   *Grevên birçîbûnê di tevahiya dîrokê de ji bo girtiyan bûne çalakiya herî li pêş a parastina binpêkirina mafan. Li Tirkiye û herêmê bi salan e girtiyên siyasî ji bo bidestxistina mafên xwe her tim di nav liv û tevgerê de bûne. Di roja me ya îro de jî bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û her wiha 5 jê jin bi tevahî 30 girtî di rojiya mirinê de ne.     *Şaredariya Dêrikê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji qeyûm hat girtin. Piştî şaredarî hat girtin, pirsgirêkan jî rû da. Derket holê ku 450 hezar TL lêçûna parka ji aliyê şaredariya Kocaeliyê ya bi şaredariya Dêrikê re dost e, hatiye çêkirin, weke ji qaseya şaredariya Dêrikê hatiye derxistin nîşan dane. DÎMEN HEYE   *Gumanbarê îstîsmara zayendî Mehmet Alî P. ku ji aliyê zaroka 11 salî û malbata wê ve hat teşîrkirin û di encama têkoşîna wan de hat cezakirin, dadgehê 20 sal ceza lê birîbû. Lê dadgehê di vê rûniştinê de jî ‘rewşa baş’ da berdewamkirin û ceza daxist 16 sal û 8 mehan.   * Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz, ji bo Gurbet Ektîren a li mala xwe di çalakiya greva birçîbûnê de ye, nameyek nivîsî û got: “Em kesên ku fêrî jiyaneke tecrîdkirî nebûne. Her çalakî wê serkeftinê nêztir bike. Tenê tiştek heye ku divê her kes vê neçalakbûyinê ji ser xwe bavêje.”   *Salîha Aydenîz ya HDP’î hevdîtina parêzeran a Abdullah Ocalan re ku piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de pêk hat, nirxand û wiha got: “Divê deklerasyona 7 xalî ji aliyê muxataban ve baş bê nirxandin. Vê deklerasyonê carek din nîşan da ku ji zilm, zext, şîdetê tu encam nayê girtin û bi demokrasiyê gel dikarin bi ser bikevin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Genel Îş a Amedê Hanîfe Kardaş diyar kir ku li welatekî ewlehiya kar tune, cînayetên kar nayên ronîkirin, tenduristiya karker axaftin û girtina biryaran trajîkomîk e û diyar kir ku bi biryara Yekirina Îçtîhat a Dadgeriyê re nexweşketina karkeran sûc tê dîtin. BI DÎMEN   Dayika Samî Geylanî yê ku 108 rojin li Girtîgeha Kayseriyê di greva birçîbûnê de ye Gulşen Geylanî, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: "‘Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin em ê her tim di nav têkoşînê de bin."