Çalakiya dayikên li Dîlokê didomin 2019-05-15 17:35:06   DÎLOK - Malbatên girtiyan û dayikên li Dîlokê çalakiya nobetê didomînin. Çalakiya dayikan di roja 3'yan de didome.   Nobeta malbat û dayikan a li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Şahînbey a Dîlokê di roja 3'emîn de berdewam dike. Di nobeta îro de Hevserokên HDP'e yên Dîlokê Muslum Kiliç û Sultan Bayindir, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Salman Yergin dayik ziyaret kir û piştgirî da dayikan.    Salman, diyar kir ku ew hêvî dikin ku di demek nêzîk de erênî bi encam bibe û wiha got: "Êm hêvî dikin ku darbest ji girtîgehan dernekevin. Hevserokê HDP'ê Muslum Kiliç jî got: "Em her dem li gel we ne. Em dixazin demek beri demekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in. Dixwazin dewlet li gorî hiqûq û zagona xwe tev bigere."