Li Gebzeyê malbat li gel astengiya polîsan çalakiya xwe pêk anîn 2019-05-15 17:14:40   STENBOL - Malbatên girtiyan ji bo balkişandina grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dîsa li ber Girtîgeha Gebzeyê kom bûn. Li gel astengiya polîsan malbat çalakiya rûniştinê pêk anîn.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Leyla di roja 189’an de didome. Di 1’ê Adarê de jî jî bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Niha 30 girtî jî di rojiya mirinê de ne. Malbatên girtiyên ku ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, cara 35’an li pêşiya Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlementera HDP'a Wanê Mûazzez Orhan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.   Polîsan nehiştin malbat nêzî girtîgehê bibin. Polîsan dora dayikan girtin û nasnameyên wan ji wan stendin. Dayika bi navê Sûltan Bozkûrt ji polîsan re wiha got ku “Dayik du roj in li meclîsê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Hûn tehamûl nakin ku em li vê derê rûnên” û nerazîbûn nîşanî polîsan da.