Meşa dayikên girtiyan ên Amedê hat astengkirin 2019-05-15 17:02:47   AMED - Dayikên girtiyan ên Amedê piştî çalakiya rûniştinê xwestin bimeşin, lê meş ji hêla polîsan ve hat astengkirin.    Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin didomin. Dayikên girtiyan ên Amedê 15'e rojin ji bo piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê. Îro jî dayik li ber Fabrîkaya Ard ya li hemberî Parka Koşuyoluyê kom bûn. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Salîha Aydenîz, Remziye Tosun û Mûsa Farîsogullari tevlî çalakiya dayikan bûn. Çalakiya rûniştinê seatek di bin dorpeça polîsan de dom kir. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê xwestin bi meşê biçin li ber avahiya TUAY-DER'ê, lê polîs meşa dayikan asteng kir.    Parlementerên HDP'ê bertek nîşanî helwesta polîsan da. Polîsan xwestin dayikan otobûsan siwarbikin û lê dayik bertek nîşanî polîsan da. Dayikan bi dirûşmên xwe bertek nîşan da û da zanîn ku hewcebe dê bi rojan li vir dê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Girseya ku xwestin piştgirî bidin dayikan ji hêla polîsan ve hatin bi dûr xistin.