Li Mêrdînê Komeleya Zimanên Bêdawî ya Mêrdînê hat vekirin 2019-05-15 15:20:04   MÊRDÎN - Li Mêrdînê Komeleya Zimanên Bêdawî ya Mêrdînê ku dê bi zimanê kurdî, ermenîkî, suryanîkî û tirkî perwerde bide hat vekirin.   Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê Komeleya Zimanên Bêdawî a Mêrdînê (MEDÎ-DER) ku dê bi zimanê kurdî, ermenîkî, suryanîkî û tirkî perwerdê bide hat vekirin. Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Tûma Çelîk û Gunay Aslan, hevşaredarên HDP’ê yên Mêrdînê, nivîskarên kurd û gelek kes tevlî vekirina komeleyê bûn.    Di vekirinê de Endamê Lîjneya Rêveberiya MEDÎ-DER’ê Abdulkerîm Koşan axaftinek kurt kir. Abdulkerîm, bi lêv kir ku serlêdana xwe ya damezrandinê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê de kirine û îro di 15’ê Gulanê de jî komeleya xwe vedikin. Abdulkerîm, anî ziman ku dê komeleya wan xizmetê ji gelên herêmê re bike û wiha got: “Em ji bo hînkirina zimanê zikmakî yê zarokên xwe û xizmeta hemû gelan li vir in. Em ê bi 4 zimanan perwerdeyê bidin zarok û ciwanan.”   Serokê MEDÎ-DER’ê Serkeft Botan jî axaftinek kurt kir û got ku bi zimanê kurdî re ji bo jiyandina zimanên qedîm ên herêmê em ê têbikoşin û ev tişt got: “Em ê îro di her şert û mercan de bi 4 zimanan perwerdehiyê bidin ciwan û zarokan. Armanca me ew e ku xwedî zimanê xwe derbikevin.”   Herî dawî endamê komeleyê Eyyup Guven jî axaftin kir û wî jî diyar kir ku ew ê li dijî hemû şert û mercên zehmet xebatên xwe berdewam bikin.