'Zimanê Kurdî rûmeta me ye' 2019-05-15 14:53:30   HESEKÊ - Îro bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, roja helbestê û hûnerî hat lidarxistin.   Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî îro bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û bi alîkariya Gerînendetê ya Perwerde û Fêrkirinê her wiha Çand û Hunerê roja helbestê û hunerî li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna dehan helbestvanan, hate lidarxistin û pîroz kirin.   'Hewar qêrîna civaka bindest bû'   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Yekîtiya Rewşenbîran Leyla Boncik Roja 15 Gulanê ji beşdaran re rave kir û wiha got: "Kovara Hewarê dengê zanîn û hişmendiyê bû. Hewar qêrîna civaka bindest bû."   'Nasnameya xwe biparêzin'   Her wiha Endamê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Navçeya Til Temir Mihemed Nûrî jî wiha got: "Divê gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve da ku dîrok û nasnameya xwe biparêze.  Zimanê Kurdî rûmeta me ye."   Paşê gelek helbestvanan helbest gotin û hêvî kirin ku gel xwedî li ziman û nirxên berxwedêrên xwe derkevin.   Paşê Helbestvan Ferhad Merdê jî 3 helbest bi navê (Gul Firoş-Leyla Guven û Dayê) ji beşdarvanan re xwend.   Paşê Koma Zîlan a Navçeya Dirbêsiyê û Koma Ş.Avêsta a Efrînê bi stran û şanoya xwe şahî geş kirin.