Li zimanê xwe xwedî derkevin 2019-05-15 14:29:06   AMED - Bi munasebeta cejna zimanê Kurdî ji aliye Platforma Zimanê Kurdî ve li eywana rojnamevanên rojhelatê başur platformek hate amedekirin. Nivîsa daxuyanyê ji aliyê Şerefxan Cizîrî ve hate xwendin û Şerefxan wiha got;"  Di 15’ê Gulanê de di sala 1932’an de li Bajarê Şamê ji aliyê Mîr Celaded Alî Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara hewar kirin. Ev kovar bi salan xebatek giranbiha ji çand û wêjeya Kurdan re kir. Gelek xebatên giranbiha afirandin û di xebatên rewşenbîrî de berhemên hêja li dû xwe hiştin. Em dizanin ku wêje û çanda Kurdî li ser mirata Hewarê pêşde diçe, dibişkive geş dibe û berheman dide."   ‘Ziman hebûn e’   Şerefxan got, di roja zimanê Kurdî de ku ji sala 2016’an û vir de tê pîrozkirin, em weke Platforma Ziman dixwazin bala gelê xwe bikişînn ser pirsa ziman dayikê û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnameya me ye, rûmeta me ye, hebûna me ye. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bi kar bîne û bi hemû  hêza xwe lê xwedî derkeve. Hişmendya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bo Kurdan girîng e.”   ‘ Zimanê xwe hilbijêrin’   Şerfxan di berdewama daxuyaniyê de wiha anî ziman; “Em weke platforma ziman dibêjin, di xebata syasî de divê Kurd cvînên xwe bi Kurdî bikin, di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbîrên me divê bi Kurdî binivîsin. Hunermendê me divê bi Kurdi xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahiyan de bi Kurdî biaxivin. Di hemû tevgerên olî de zimanê xwe bi kar bînin, li mzgeftan, li cihê şînê, li mewludan zimanê xwe bi kar bînin. Di her qadê jiyanê de bi aweyek herikbar bi kar bînin. Divê di dibistanan de ji bo zarokên xwe daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe hilbijêrin.   ‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’   Şerefxan weke dawî anî ziman ku ew weke Platform hinek daxwaz ji berpirsyar û rayedarên dewletê dikin û got;“Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî. Bila rayedarên  dewletê bi fermî saziyên zimanê Kurdî damezirînin. Bila rayedar û berpirsên dadgehê û zindanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexin. Bila zimanê Kurdî bi serbestî bê bikaranîn. Bila zext û zordariyên li ser ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin. Divê rayedarên dewletê siyaseta xwe li gora mafên gerdûnî biguherînin û zimanê Kurdî li welatê me bibe xwediyê statuyek. Platforma me bi hişmendî dibêje; li vê dinyayê berê em Kurd bûn û dixwazin li vê dinyaya gewrik weke Kurd bimînin, weke Kurd bijin û em qet naxwazin asîmîle jî bibin!”   Platform bi bersivdayina pirsên rojnamevanan re bi da wîbû.