Li Amedê ji bo grevên birçîbûnê meşa bi meşale hat kirin 2019-05-15 13:58:09   AMED - Li navçeya Baglar û Surê ji bo balkişandina li ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê meş hat lidarxistin. Kesên li derdorê jî bi çalakiya dengderxistinê piştgiîr dan meşvanan.    Çalakiya ji bo balkişandina li ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê berdewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de duh êvarê li navçeyên Amedê Baglar û li Sûrê ji laiyê Meclisa Ciwanan a HDP'ê û dayikên girtiyan meşa bi meşale li dar xistin.  Ciwan û dayikên ku meş li dar xistin di nava kolanan re bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û "Leyla Guven Rûmeta me ye" berz kirin.  Welatiyan jî meşvan bi dirûşm û çalakiya dengderxistinê pêşwazî kirin.    Piştî meşê çalakî bi dawî bû.