Dibistana lêkolînên wêje û ziman hat vekirin 2019-05-15 13:48:53   QAMIŞLO - Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî , Saziya Zimanê Kurdî akademiya lêkolînên wêje û ziman vekir.   Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, saziya zimanê kurdî (SZK) akademiya lêkolînên di derbarê wêje û ziman de bajarê Qamişloyê dane vekirin.   Bi amadebûna Desteya Perwerdeyê, Saziya Ziman a Kantona Hesekê, Meclisa Malbatên Şehîdan, YPJ/ YPG û Yekîtiya Rewşenbîran û mamosteyan bi deqeyekê rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Têkîldarî rojê axaftin hatin kirin.   Endama Saziya Zimanê Kurdî Gulê Hesen bi xêrhatina hemû sazî û kesên amade kir û wiha got: "Em bi beşdarbûna vê dibistanê gelek kêfxweş bûn, zimanê kurdî hebûn û zimanê me ye, her wiha hêmanê herî sereke bi destxistina maf û xwe dane naskirine. Em ziman, çand û erdnîgariya xwe bernedin û li zimanê xwe xwedî derkevin."    Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihehed Emîn roja zimanê Kurdî li hemû mamoste û xwendekaran pîroz kir û wiha got: "Şehîd Egîd Cîlo gotineke wî ya bi nav û deng hebû. Wî digot:  'Divê beriya her tiştî em jiyana xwe bi Kurdî bikin' ya herî jê girîngtir ku em perwedeya zimanê xwe yê dayikê li pêş bixin."     Helbestek li ser 15'ê Gulanê roja zimanê Kurdî ji aliyê Helbestkar Şama Mihemed bi zimanê kurdî hate xwendin.   Bi boneya vê rojê ji aliyê Komiteya Perwerdeyê xelat diyarî Meclîsa Malbatên Şehîdan YPJ/YPG'ê kirin.   Deriyê dibistanê bi destê zarokên berxwedêran hate vekirin. Herî dawî jî şêranî li hemû kesên amade hate belavkirin.