Gelê Kobanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 2019-05-15 12:52:04   KOBANÊ - Bi dehan şêniyên Kobanê bi dirûşma "Ax û ziman yek in, rizgarkirina Efrînê rizgarkirina zimanê Kurdî ye" 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.   Bi dehan şêniyên Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star û mamoste li akademiya Şehîd Viyan Amara kom bûn û  bi hatina 15'ê gulanê roja zimanê kurdî pîroz kirin.    Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê helbestvan Fatma Seydo di derbarê zimanê zikmakî de helbestek xwend. Her wiha koma mûzikê ya Çand û Hunera Baqî xido, koma govendê ya Kevana Zêrîn û stranbêj Bêrîvan Bekî hunera xwe pêşkêş kirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.