Malbatên girtiyan tevî heqaret û astengiyan li Qada Esenyurtê rûniştin 2019-05-15 10:05:58   STENBOL - Malbatên ku ji bo balê bikşînin ser çalakiyên grevên birçîbûnê nobeta xwe ya li Qada Esenyurtê didomînin. Malbatên girtiyan tevî heqaret û astengiyan li Qasa Esenyurtê çalakiya rûniştinê pêk anîn.    Do bi şev malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de ji bo çalakiya nobetê li Qasa Esenyurtê ya Stenbolê kom bûn. Malbatên ku li ber Avahiya HDP'ê kom bûn ber bi Qada Eseryurtê meşiyan.    Xizmên girtiyan ên ku li Qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan nasnameyên xizmên girtiyan dan hevdu û ji GBT'ê derbas kirin.    Polîsan heqaret li malbatan kirin   Polîsan di dema kontrola GBT'ê de ji malbatan wiha gotin:"Çima hûn her roj tên vê derê? Rabin herin. Êdî bicehemin. Em ê her roj bi we mijûl bibin?." Her wiha polîsan malbat tehdît kirin.    Rojnameger jî hatin tehdîtikirin   Polîsan ji rojnamegerên ku bûyer dişopandin gotin:"Em qirêjiya we jî dikişînin. Divê em we li vir nebîne." Polîsan piştre qartên çapemeniyê û nasnameyên rojnamegeran kom kirin.    Malbatan bi dorpêçkirin û heqaretên polîsan çalakiya xwe pêk anîn û bi lêv kirin ku ew ê sibehê dîsa çalakiya xwe bidomînin.    Piştî çalakiyê jina bi navê Rûken Seven ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat hînbûh ku Rûken birine Amîrtiya Polîsan a Kiraçê.